Ferhenga înteraktîf

Thomas çavê xwe li cihek wisa vedike ku hemû riyên jêderketinê girtî ne û herkesî paşeroja xwe ji bîr kiriye û heta navê xwe yê rastîn jî nizanin. êdî dinyaya thomas jî tenê ji qadek biçûk pêk tê ku b...
(3 şîrove)
the maze runner
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-the maze runner

1. ji fîlmê vê salê ye. fîlmek xweş e. ji despêkê heta dawiyê mirov dike nav fikaran û dide meraqkirin.

lîstikvanên wê hema bêje hemû ciwan in û %99 mêr in lê dîsa jî ne xerab e *

https://www.tirsik.net/film.php?film=101

pûana min jê re 90 e.



--- spoiler----

cîhazên ku grieveran derdixistin û weke mifte bi kar dianîn, gelek bêmantiq bû. ji bo lîstikek evqas mezin, lawaziyek evqas hêsan ne karê aqil e. heçko mirov devikê telefinê veke û bataryaya wê derxe... hinek bêmantiqiyên wisa hebûn lê divê mirov lê negire û serê xwe pê neêşîne.

--- spoiler----



14.12.2014 21:10 | simurg56

2. filma ku hemû pirsên di aqlê me de hiştiye filma duyem. mijara filmê gelek balkêş e. bêhna mirov qet teng nabe lê ji ber ku di dawiyê de mirov nikare bersiva gelek pirsan bistîne, tatmÎn nebûm.



spoiler



bersiva gelek tiştan tune ye. weke mînak herî dawiyê de, dema xwe xelas kirin, ji nişka ve ew kurikê zer tê. çawa hat tu kes nizane. heta niha qet neketiye nav labîrentê lê carekê de dikare jê xelas bibe. şîfre ji ku dizaniye ? balkêş.



spoiler



neyse, hêvidar im em berisiva pirsên xwe ji filma duyem bistînin. ya duyemîn derketiye lê ji ber ku di zamundayê de tenê ya di sinemayê de hatî girtin heye min hê danexistiye.



puana min jê re ; 82



18.10.2015 13:47 | brusk56

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» the thing
» mazejik
» runner

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî