1. Kurdên ku nikarin ji kurdbûna xwe îstîfade bikin, mecbûr dimînin ku îstîfa bikin. Ev gotina wan e. Piştî ewqas bindestiyê billah heqê me ye. Min îstîfa kir, nexşe li serê we. |
|
30.12.2014 16:17 |
terkexem
|
2. ez dibêm qey berî her kurdekî rojîn xanimê îstîfa kiribû.. di bernameyeka televîzyoneka tirk de gotibû eger bi hemdê min û bi dilê min bûya min nedixwest ez mîna kurdekê bêm ser dinyayê.. bi xwudê min jî gelek caran kurdbûna xwe aniye heta ber devê topê lê cardî destê min jê neqerihaye min nekariye bavêjim.. |
|
30.12.2014 16:21 |
endazer
|
3. û ev jî heye hûn jî dikarin wekê muhsîn başqanê colemêrgî bêyî ku îstîfaya xwe ji miletê xwe bidin, aîdiyet û hîsîyata çend mileta bi hev re wergirin, û di nav-ran û bin-çengê xwe re bigerînin.. |
|
30.12.2014 16:51 |
endazer
|
4. (bnr: galîp esnarîoglu) |
|
30.12.2014 16:55 |
kurê xelkê
|
5. Ev gele orjînal û dîrokî,ez evîndare Kurda me. |
|
30.12.2014 17:06 |
hûteheftserî
|
7. ji kurdîtî îstîfa dibe lê ji gundîtî nabe |
|
30.12.2014 17:24 |
ferhenga şikestî
|
8. ne pêkan e lê pêkan bûya jî min ji bo tirkbûnê qet îstîfa nedikir |
|
30.12.2014 20:34 |
simurg56
|
10. berê dema em zarok wekê efsaneyekî me li cem xwe digot filan stranbêj an lîstikvanê/a tirk bi eslê xwe kurd e lê kurdbûna xwe qebûl nake, gotiye eger min bizanibûya demarê min ê kurdbûnê kîjan e yekser min ê qut kiribûya.. * |
|
30.12.2014 22:16 |
endazer
|
11. Tirk an jî hinek kes dibêjin " guleya tu bernedî bera kesekî neke". Loma hevalno tişta ku hunê nekarin bikin, xwe lê neynin pêş. Tiştên beredayî nekin, nebêjin. |
|
30.12.2014 23:30 |
azadixwaz
|
12. (bnr: ez îstîfaya we qebûl nakim) |
|
31.12.2014 00:26 |
vêca çiyeeee
|
13. tenê sebebek lazim be ji bo îstîfakirinê, ez ê wiha bêjim: lokman polat. |
|
31.12.2014 03:25 |
terkexem
|
14. (bnr: hat qebûl kirin) |
|
01.01.2015 00:05 |
brusk56
|
15. rêyeke wisa tune, tu bikî jî ew ê di xewnan de jî bikeve dû te |
|
01.01.2015 23:14 |
elomelo
|
16. Ger ev mimkun bû ya îstîfa min amade bû, van pêlan dixwazim bibim îngîlîz, ji ber yên wek endazer dîlê min ji kurdbûnê dixelê ikidebir bêhna min teng dike, nikaribim cilên kurdewar li bejna xwe kim nikaribim xwe bixemlînim mijgulên xwe rîmel nekim kurdbûn çi ye kêr çi te nizanim no idea |
|
02.01.2015 05:51 |
kevçiyê dil
|
17. (bnr: riya te vekirî be birako) |
|
02.01.2015 05:53 |
oxir
|
18. (bnr: tu nikarî îstîfa bikî, ez te jê diavêjim) |
|
02.01.2015 15:32 |
simurg56
|
19. tevgereke gellekî zor e. Dema Kurdbûn an jî Tirkbûn û hwd dikeve xwîna mirovî xelas bûn an jî dev jê berdan zor e. mînaka herî xweş tirkmancin. |
|
02.01.2015 17:12 |
berxweda
|
20. tişteke ku ne niha, lê dibe ku dûv serbixwebûna kurdistanê re çalakiyeke bi rûmet be. |
|
05.01.2015 20:53 |
nazim tolhildan
|
21. Kesek wusa negotibe û daxwaznamekî îmze nekiribe jî fîêliyatê de mixabin gelek kes îstîfa kiriye Û tenê navek Ser wan de maye. |
|
17.01.2015 22:33 |
mîr
|
22. - endazer |
|
27.05.2015 00:42 ~00:45 |
ceso
|
hînbûna îngilîziyê [2] |
|
mehmûd berazî [1] |
|
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
|
ercan bingöl [1] |
|
hînbûna îngilîziyê [1] |