Ferhenga înteraktîf
erbane
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-erbane

1. ew enstrumana zalim e ku her kurd lê dide û dengê wê wek bizmarên jengargirtî di mejiyê min de diçe xwarê.



08.01.2015 20:15 | terkexem

2. Enstrûmaneke kevin a kurdan û rojhilata navîn e. Wilê herkes nikare lê bide û dengê xweş jê derxe. Rast e herkes dikare bike teqereq lê herkes nikare wê teqereqê bike awaz û newa. Va bû meheke min jî dest bi qursa erbanê kiriye. Li amedê, li navenda Çand û hunerê ya cegerxwînê diçim qursê. Qursên wir belaş in. Herkes dikare were qursekî. Derfeteke gelek baş e.

Erbane dengê xwezayê ye, dengê wîçîna çûkan û teyran e.



08.01.2015 20:45 | xendekî

3. Erbaneya min, ez gelekî hij te dikim, lê de tu jî limin were rehmê. *



01.03.2015 12:07 | xendekî

4. erbanê di tesewûfê de jî cihekî giranbiha girtiye.



dema ku em zarok bûn feqiyên medresê li kolanan digeriyan. erbane di destê wan de bû û qasîde dixwendin. Cîranan jî genim, savar, nîsk, nok û hwd tişt ji wan re xelat dikirin. dengê wan û qasîdeyên ku digotin gelekî xweş bû. lê mixabin ew rojên xweş jî mane li zaroktiya me.



01.03.2015 13:12 | malmirato

5. ez nizanim ji ber çi ye, lê qet kêfa min ji vê amûrê re nayê..

dema min di destên hîzbulşeytanan de jî dît û min dît ku pê bişewbê dikevin bêtir dilê min jê xeliya



01.03.2015 17:27 | ferhenga şikestî

6. tiştekî toterik e . lê belê di destê zanayekî de dengekî bêhempa derdixe.https://www.youtube.com/watch?v=bTGn1feuyAQ.



01.03.2015 18:38 | robar cilo

7. wisa li ji destê jina tê pêda jî xilxal hebe hema tu rûnê wê mêzeke .



01.03.2015 22:52 | xeteraqirêj

8. (bnr: daf)



07.11.2016 21:10 | gewenda

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» erbane

Kategoriyên mijarê:: muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî