Ferhenga înteraktîf
bihûşt
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-bihûşt

2. cihê ku herkes dibêje qey wê cihê wî/wê ya piştî mirinê be. herkes di dilê xwe de wisa bawer dike "erê kêmasiyên min hene, xwedê dizane: dilê min pak e û niyeta min baş e. carina ji ber derdora xwe ya nebaş, nebaşiyan li wan dikim lê neçar im."



20.01.2015 21:15 | simurg56

3. mekana ku li gor baweriyên dînî, piştî mirinê yên baş, pak û qenç herin û heta hetayî li wir rehet û aram bijîn (peyva jiyînê jî piştî mirinê piçek ecêb bû loo)

li gor ayetên quranê yên ku bawerî ji xwedê û pêxemberê wî neanîbin qet nikarin herin

yên ku anîbin lê jiyana xwe li gor daxwaz û xwestên quranê dìzayn nekiribin û gunehên wan hebin, beriya ku herin bihûştê wê herin dojehê. piştî kişandina cezayên xwe yên ku li dinyayê kiribûn, wê bikaribin herin bihuştê

yên ku jiyana xwe li gor quranê kiribin û ferzan pêk anîbin jî yekser herin bihuştê (tabî xwedê bêje erê)



21.01.2015 00:02 | ferhenga şikestî

4. li gor xwedênenasan çîrokeke beredayî ye. lê dîsa jî hêşa ger ez xwedê bûma, minê dîzayneke bêtir xweş çê bikira*



21.01.2015 00:14 | nazim tolhildan


6. Bihuşta Kurdistanê:

(bnr: hewreman)



21.01.2015 02:26 | xendekî

7. Cennet. Heke dil bi dil be her der cinet e.



21.01.2015 02:52 | seydayê_peyvan

9. hêviya herkesî ye.

beşek ji mirovan ji bo bidestxistina bihûşta piştî mirinê, têdikoşin û ji bo vê yekê zehf caran xerabiyan dikin û dinyayê dikin dojeh. beşek ji mirovan jî, ji bo ku vê dinyaya heyî ji xwe re bikin bihûşt têdikoşin û mirovên din diperçiqînin. tabî mirov derveyî van her du beşan jî hene û cûre cûre ne lê piraniya mirovan di yek ji van beşan de ne.



17.02.2015 22:42 | simurg56

11. peyva ku rastnivîsa wê bihuşt an beheşt e



09.09.2015 13:50 | dijber

12. Ger yekîniya kesê/î ji xwedê hebe Çi xirabî kiribe bila kiribe di dawiyê de, ew ê pê şanaz bibe. Lê ji xwedê bawer nekiribe çi qencî kiribe bila kiribe ew ê biçe docehê.

tiştên ku mirov pê diheyire



14.04.2024 21:38 | çaya germ

13. Di devoka me da jê re biheşt tê gotin.
Li gor gelek baweriyan cihê xeletkirina bawermendên ji dil û rastîn e. Ez dojeh û bihûştê dişibînim, cerebên skînner ya li ser mişkan, cerebe wiha ne;
eger mişk tişta tê xwestin bike bi penîrê tê xelatkirin lê eger neke bi elektirîkê tê sizakirin



15.04.2024 01:17 ~01:22 | bayê xerbî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» bihûşt

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî