Ferhenga înteraktîf
piştî xwarinê ranekirina sifreyê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-piştî xwarinê ranekirina sifreyê

1. edeteke xwendekaran e. ez behsa sifreya erdê dikim, loma bila yên ku li ser maseyan dixwin, xwe bidin aliyekê.



piştî ku mirov xwarinê dixwe, giraniyek xwe berdide ser mirov loma mirpv qet xîret nake ku rabe û lalîk û tiştên din yên li ser sifrê yek bi yek bibe mitfaqê. loma gelek caran sifreya me dima li erdê, me digot neyse ka em çayê jî vexwin û paşê bi hev re rakin. neyse, hema em fêkiyan jî bixwin paşê...

min dîtiye ku sifre mayî roja dîtir jî.

tabî piştî zewacê, cuntayê vê serbestiyê jî rakir *



30.01.2015 22:50 | simurg56

2. Karê ku hê jî li mala me xwendekara didome. Wilehî bilehî hê sifra me ya taştê li salonê ye. Kesek nîn e here hilîne. *



31.01.2015 01:24 | xendekî

3. ne edet lê hema bêje mecburiyetek e li malên xwendekaran. helbet li mala me jî wisa bu.



31.01.2015 11:16 | azadixwaz

5. Bi taybetî di meha remezanê de diqewime. Mirovê rojî girtî piştî fitarê nikare ji cihê xwe rabe *



26.06.2015 13:54 | brusk56

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» piştî tirşikê
» xwarinên ku enerjiya sêksî zêde dikin

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî