Ferhenga înteraktîf
tirşik
(2) (3) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-tirşik

1. xwarineke kurdan ya gelerî. xwarina ku çiqas zehf be bila bibe dapîra min weke "kevçikî tirşik" bi nav dike.

bîraniyeke min ya derbarê tirşik û dûvikên bacanên reş: http://www.wergerine.com/blog/?p=233



(bnr: tirsik.net)



31.05.2013 03:27 | simurg56

2. xwarina kurda a havînîyi



06.06.2013 00:23 | serhed7

3. ji berê tenê dewlemend û axa dikariyan bixwin herkesî derfeta xwarinê ne didît.xwarinek têr tejî melzeme ye.taybetiyek wê ya siyasî heye ku ew jî "tirşikçî" ye.(bnr: tirşikçî)



06.06.2013 06:53 | cekdar

4. xwarina bi sivorî ye;

sivorî dayê gorî,

ne min go neçe qirşiko wê te bêxin tirşiko!



08.06.2013 06:46 | azadixwaz

5. Di gundên derdora bazîdê de li dewsa alûceyan tê xebîtin, çima dibên ji meywe re navekî xweregekî danîne, ez xwedan tu fikrî nîn im.



24.07.2013 12:40 | bazirgan

6. Xwarina kurdan ya millî ye



23.08.2013 14:08 | ahmet_amed

7. Xwediyê tirşikê ; Alûcî.(Alûca, gundek ji herêma Omeryane û bi navê ''xwediyê tirşikê'' qerf li wana tê kirin)



07.09.2013 11:10 | ardîxan

8. Tirşê Simaqî yan zî tirşê dimilîyan. hÛmara 21. ya rojnameyê newepelî de hetê Ferîda SÊWREGIJî ra terîfê nê werdî dîyayo.



12.09.2013 03:28 | kurdane

10. navê xwarina xwendekaran û ya nezanên xwarinçêkirinê ye.



30.10.2013 19:58 | gordereş

11. ji bo tehqîrkirina kes û komên ku pir dicivin lê tishtekî bi ser naxin navê 'tirshikçî' jê hatiye darishtin, lewre bawerî ew e ku qazanca wan ji wan civînan her ew tirshik e ku bi hev re dixwin.



30.10.2013 19:59 | gordereş

12. bila herroj tirşik çêbibe û dilên me geş bibe. tiştekî pir naxwazin yaw hew tirşik bes e ji bo geşbûna dilên me.



24.02.2014 17:44 | mergehez

13. şîva me ya îro bu û pir xweş bu, xwedê bike nesîbê herkesî.



18.05.2014 20:39 | azadixwaz

16. zivistanê xweşê. *



11.09.2014 21:22 | xwelî li ser

17. xwarina ku piroz e di kurdîstanê de.eke ez sê tayîp bibêjim '' tirşik xwarinê neteweyî ye.''



11.09.2014 21:27 | endazyar

18. li ba me peyva tirşikê tune.. ku li cihê vê şîvê peyva "turlu" ya tirkî an jî gotina qij-wij'Ê tê bikaranîn.her wiha çend wateyan gotina tirşê heye,

tirş: ekşî ya tirkî

tirş: cihê salçe ye dibêjin

tirş: turşu ya tirkî ye

cara yekemîn li diyarbekîrê navê tirşikê bihistîbûm ku hinek seyr hatibûbû..dibe ku weke wîsa li hîn deran navê tirşikê nabe..



11.09.2014 22:10 | havka

21. Geli tirşıkvanan ez hatım ez tilililiiiiiiiiiii.



26.03.2015 22:52 | tîrejên rojê

22. ez ji tirşika amediyan ne ji ya welatê hekaryam hez dikem, tirşika welatê hekaryan ji yaamediyan gelekî cudatire.



04.05.2015 20:23 | mîrêhekarya

23. ez pir ji tirşikê hez dikim, lê ya stenbolê bi min nexweş tê.



21.05.2015 18:15 | çinaro

24. peyva ku bi farsî mina ترشک te nivîsin. ew navê gûhayekî ye. merî dikare wê bixwe. minak navê xwe tirş e. ew peyva di kurmanciya henek eşirên kurmancê derdora xarpêt û meletî yê jî tê gotin. mina eşira şekakan.



13.06.2015 15:34 | cinorek

25. çend cureyên wê hene. a herî navdar tirşika me ya normal e.

cureyên din

-tirşika me

-tirşika bacanan- hekûbacan

-tirşika petatan-tirşika kartolan

-tirşika fasolîyan

-tirşika sêlê

-tirşika tirşoyê

-tirşika gimgimê



07.09.2015 01:23 | berxweda

Rûpel: ( 1 2 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik û liberalism

Kategoriyên mijarê:: tirsik xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî