Ferhenga înteraktîf
amfetamîn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-amfetamîn

1. madeyeke sentetîk e ku weke derman di nexweşiyên narkolepsî û kêmasiya dîqatê û xerabiya hîperaktîvîteyê de tê bikaranîn.

li tirkiyeyê bi reçeteyên taybet tê nivîsandin û firotin. û bi qasê dizanim tenê ji aliyê doktorên pisporê psîkiyatriya zarokan ve dikare were reçetekirin.

sedema vê jî ew e ku dikare were îstîsmarkirin ji ber ku bandorên wê yên weke kîlo avêtin, hişyarker jî hene. weke birayê xwe methamphetamine dikare bibe sedema halûsînasyonan û bûna tiryakî.

piştî bikaranîna 20-30 rojan êdî bandora wê kêm dibe.

hinek kesên ku ji amadekariya ji bo azmûnekê dikin jî vê dermanê bi kar tînin ji ber ku tê gotin bi bandora vê madeyê de hînbûn hêsantir dibe. lê dema mirov tesîrên wê yên dîtir bide ber çavan tişteke ne rast e.



24.07.2013 10:45 | simurg56

2. Mirov divê hindî ji destê bêtin, xwe ji dermanên psîkîyatrîyê dûr biket, tabî li vir gotina mazin ya bijîşka ye lê dîsa divê mirov tiştê ku dizane parve bike , ji ber ku van salên dawîn bikaranîna dermanên anksîyeteyê, depresyonê ji hedê xwe derbas bûye divê mirov teybîrek bistînît. Bikaranîna van dermanan çareserîyek bingehîn nîne çareserîya bingeh psîkoterapîye.



31.03.2016 15:49 | azad30

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» amfetamîn

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî