Ferhenga înteraktîf
begemkirin

Navê mijarê ya ewil ev bû:begem kirin
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-begemkirin

1. peyva ku kurdên peyva kurdî ya "ecibandin" nizanin, ji peyva tirkî "beğenmek" çêkirine.



31.05.2013 04:26 | simurg56

2. (bnr: ka wêneyê min begen bike)



04.06.2013 15:42 | brusk56

4. rastiya wi ecibandine.



19.02.2014 00:00 | cendhalus

5. bi qasî ez dizanim ev ne gotinek çewt e. heta min vê di tiştanokekê de dîtibû. û di ferhengan de jî heye.



19.02.2014 00:07 | mergehez

6. lêkereke ecêb e. nizanim tirkmancî ye an na lê min ji pîrika xwe jî bihîstibû.



19.02.2014 01:09 | oxir

7. em jî alîyê serhedê timî vê gotinê bikar tînin.
li cem me ecibandin qe nay bikaranîn.



11.10.2017 00:04 ~00:05 | bûtîmar

8. wekê ecibandina esil erebî ew jî bûye malê kurdî û kurmancî. lê ya ji herduyan xweştir kêfa xwe jê re anîn an bidilbûn e. wek; kêfa min ji filan tiştî re tê, an filan tişt bi dilê min e.



11.10.2017 00:13 | endazer

9. bi qasê ecibandinê nebûye malê kurdî. ecibandi, bêyî lêkera alîkar (kirin) jî lêker e. lê begem kirin, bi formata tirkmanciyê ketiye zimên. begem kirin, begenmiş kirin, hayret etmiş kirin vs.



11.10.2017 21:22 | simurg56

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» begemkirin

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî