Ferhenga înteraktîf
taştêyên dawiya hefteyê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-taştêyên dawiya hefteyê

1. taştêya ku her tim ji rojên din xweşiktir e. li mala me piranî roja yekşemê tê lidarxistin. xêndî penêr, zeytûn, hêkên bi sicûq û nutella, vê rojê xwarinên patat û îsot û sosîsa sorkirî, hêka kelandî û şamborek, dims û reçel, donê esil û hungiv, bacana sor û xiyar, helbet tirşik ser siniyê dixemlînin. vexwarina çayê ya heta çaydan biqede, çalakiya herî populer e. piştî nîv saetê çêkirina qehwê ser taca sibe dibe. hele li malê dê û bav û xwişk û bira, jinbir û zava, birazî û xwarzî jî hebin, ew taştê dibe cejn. *



11.04.2015 12:28 ~12:34 | biruya hayao miyazaki

2. di hefteyekê de tenê taştêya ku ez dikim e û ew jî sibeha yekşemê ye. dizanim ku gelek kes wek min in. wekî din bi gelemperî zikê xwe bi poxaçeyan ve têr dikim û gelek caran jî qet tiştekî naxwim û heya nîvro birçî dimînim. ji ber we taştêya sibeha yekşemê zêdetir girîng dibe, taştê bi rîtueleke cûda ve tê amadekirin, heya ji destê mirov tê xwarina û vexwarina taştê dirêj dike.



31.03.2016 11:40 | nazim tolhildan


4. A ku ji ber rewşa karê min van rojan di rojên nava heftiyêde jî tên dîtin. Kêfxweşiyeke bêhempa ye û divê bi dîqet û cidîyet bê amade kirin û xwarin. Çaya piştî wê tê vexwarin jî keyfeke din e û divê ne bi lez be. Min niha dev ji çayê berda lê dîsa dilê min çuyê*.



31.03.2016 12:22 | azadixwaz

6. Taştêya ku ji wateya xwe wêdetir e. Hele hele mirov pêş tavê pêş ronahîyê bixwe mirov ta'mek cûda jê digire. Ew xwarin dibe henerek bi tam.



31.12.2019 00:49 | azad30

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» taştêyên dawiya hefteyê
» dawiya rojê

Kategoriyên mijarê:: jiyan xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî