Ferhenga înteraktîf
ne ji dêrê dibe ne ji mizgeftê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-ne ji dêrê dibe ne ji mizgeftê

2. ji kesê kû du alî dileyze re jî dibêjin

ha jiwera minak jî nenêrin çêtire (bnr: recep tayip erdoğan)



21.04.2015 16:04 | shorbevan

3. zwe xapandin e. ji ber ku zû an dereng hem dek dolab derdikevin holê



21.04.2015 16:43 | mele ehmedê nalbendî

4. (bnr: ji dêrê jî ma ji mizgeftê jî (ma))



Sererastkirin: min kir û nekir ev ''(bnr: )'' jor pêk ne anî. Dema ez pêlê dikim tirşik dibêje ' mijareke wisa nîne' . Ez jî nizanim çawa bikim. Bi xêra xwe rê şanî min bidin *



27.03.2016 02:02 ~02:11 | gumgumok

5. xwedayo li ba van mezinan çi peyv û gotinên xweş hene. heya min ev gotina ji bavê xwe bihîst ez qet nedişitîrim bavê min dizane dêr çi ye mizgeft çi ye. reng e jî nizane lê hew di vir de wek gotinekê di bîra wî de maye. û wî ne bi wateyên jor lê bi wateya "kêrî ti tiştî nayê" bi kar anî. min ji çend kesan pirsî wan jî ev wateya got. û herwa bavê min ne wek sernavê lê wa got: "ne ji dêrê ne ji mizgeftê re dibe". guhê xwe bidin mezinan hevalno.



11.07.2021 13:40 | keyomerd

6. Ez dibêm qey wek di dawiyê de hatiye nivîsandin rasttir e. Yanî wisa be baştir e: ne ji dêrê re dibe ne ji mizgeftê re

Ji ber ku ew daçeka re/ra nebe wate diguhere. Dema ku bêdaçek be wate wisa dibe: hem diçe dêrê hem jî diçe mizgeftê. Yanî xwe ji herdu aliyan jî bêpar nahêle.



12.07.2021 09:34 | xabûrî

7. (bnr: ne diçe dêrê ne diçe mizgeftê)



12.07.2021 22:05 ~22:06 | xwelî li ser

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» dibe ku
» mizgeftên li tirkiyeyê

Kategoriyên mijarê:: zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî