Ferhenga înteraktîf
şêx ebdilqadirê hîzanî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-şêx ebdilqadirê hîzanî

1. Şêx Ebdilqadir kurê Mela Ebdillahê Hîzanî ye û ew jî zana û helbestvanekî navdar ê dema xwe bû. Wî jî wek feqiyên heyama xwe, di zaroktiya xwe de dest bi wergirtina ilmê kiribû û bavê wî Mela Ebdillahê Hîzanî yek ji seydayên wî bû.

Ji xeynî şêxîtî û îrşadê, wî melatî jî dikir û demekê bû melayê gundê Resûla, lewma di hinek jêderan de bi navê Ebdilqadirê Resûlanî jî tê nasîn. Piştre li ser daxwaza şêxê xwe û bo karê îrşadê ew hat veguhastin bo gundê Hîzanî yê ku dikeve devera Licê li Diyarbekirê.

Pêwendiyeke bihêz di navbera wî û şêxê wî Şêx Ebdilrehmanê Taxî (1831-1886) de hebû û piraniya helbestên wî li ser şêxê wî ne.

Şêx Ebdilqadir roja 28.06.1908 de wefat kir û gora wî li gundê Hezanê yê girêdayî devera Licê ye.

Çar kurên Şêx Ebdilqadirê Hîzanî hebûn bi navê Mihemed Emîn, Aladîn, Mihemed Şerîf û Mihemed Selîm:



Ey dilberê ey dilberê

Şîrîn zebanê şekkerê

Carek xuya be li pencerê

Te ez helandim pêş xwe da



Te ez helandim şewitand

Şeb tariya xew herimand

Îro çira me şemirand

Suhtim te ez di işqa xwe da Here lînkê



24.04.2015 01:46 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêxê senan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî