Ferhenga înteraktîf
mela ebdilrehmanê melakendî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-mela ebdilrehmanê melakendî

1. Mela Ebdilrehmanê Melakendî yek ji kurên Mela Ebdillahê Hîzanî bû. Jiyan û serpêhatiya wî bi berfirehî nayê zanîn. Dibe ku ew li bajarê Hîzanê yan li gundê Semerşêxê jidayik bûbe, ji ber ku bavê wî li wan herdu cihan niştecî bû.

Mela Ebdilrehman ji zaroktiya xwe ve dest bi feqetiyê kiribû û li ber destê zanayên navçeya xwe xwendibû, wek Mela Xelîlê Sêrtî û kurê wî Mela Mistefa û wî îcaza xwe ya melatiyê ji wan wergirtibû û piştî wergirtina îcazê wî dest bi melatiyê kiribû, pêşî li gundê Borya, dûre li gundê Tîlê û paşê jî li gundê Melakendê.

Mela Ebdilrehmanê Melakendî li gundê Melakendê jiya heta çû ser dilovaniya Xwedê di sala 1874an de û li wir hat veşartin. Malbata şêxên gundê Çoqreşê yê girêdayî Mûşê li Bakurê Kurdistanê vedigere Mela Ebdilrehman.

Mela Ebdilrehman pênc kur li pişt xwe hîştin: Mela Îbrahîmê Çoqreşî, Şêx Xelîl Efendî, Şêx Es`edê Çoqreşî, Mihemd Sidîq û Mihemed Emîn. Mela Ebdilrehmanê Melakendî zana û edîbekî jêhatî û berhemdar bû. Ji berhemên wî yên ku gihîştine dema me: Haşiyeyek bi zimanê erebî li ser terkîba Mela Yûnisê Erqetînî ya Kurmancî û komeke helbestên bi kurmancî:



Qewî îro deîf hal im

Dinalim ez ji hicranê

Esîrê murşidê kali m

Gelo xewsê şîrîn kanê?



Gelo kan sahibê weqtî

Emîrê tac û hem text î

Celîsê kursiya bext î

Gelo xewsê şîrîn kanê? Here lînkê



24.04.2015 01:49 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» mela evdirehmanê xendekî

Kategoriyên mijarê:: yendin oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî