Ferhenga înteraktîf
anthony quinn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-anthony quinn

1. Anthony Quinn şanogerekî meksîkî yê bi nav û deng e. (21'ê avrêlê, 1915 - 3'ê pûşperê, 2001)

Ew bi di 21'ê avrêla sala 1915'an li bajarê Chihuahua li Meksîkê hatiye dinyayê. 4 xwişk û 8 birayên wî hebûn. Diya wî Meksîkî û bavê wî jî Irlandî bû.

Anthony Quinn bi malbata xwe re pêşiyê li Amerîka li bajarê El Paso ku girêdayî eyaleta Texasê ye bi cih bû, piştre çûne Los Angelesê, li wê derê derbasî dibistaneke dramayê bû û ji wir dest bi meşa hunerî kir. Ji ber ku ew ji malbateke xizan bû, pereyên mektebê ji paqijkirina camên erebe û malan derdixist.

Sala 1952 ji ber rola xwe ya di fîlma viva zapata!, ku şoreşa Meksîkê tîne ziman û di wê fîlmê de rola birayê rêberê meksîkî emiliano zapata dilîst, xelata Oskarê qezenc kir.

Sala 1956 jî dîsa ji ber rola xwe ya di fîlma lust for life (Însanên Nemir) ku tê de rola resamê fransî paul gauguin dilîze, xelata Oskarê bi dest xwe ve tîne.

Her wiha rola wî ya di fîlma zorba de tu caran ji bîr nabe. Anthony Quinn di 60 salên xwe yên aktoriyê de di zêdetirî 100 fîlmên sînemayê rolên sereke lîstin.

Jiyana Anthony Quinn ji macerayên aşqê dagirtîne.

Ew bi 6 jinan re zewicî bû û bavê 13 zarokan bû.

Ew roja 3'ê pûşpera '2001an de saet li 9:30 (li gor dema herêmî) li nexweşxaneya Brigham and Women's ya Amerîkî çû ser dilovaniya xwe.



29.04.2015 13:51 ~2021.04.18 23:54 | xwelî li ser

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» anthony joshua

Kategoriyên mijarê:: tiyatro
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî