Ferhenga înteraktîf
aferîn
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-aferîn

1. peyveke ku ji bo pÎrozkirina serkeftina yekî tê gotin.. yanî dem yek tiştekî bi ser bixe an firaza wî/wê bixweye jê re dibêjin aferî, di gelek zimanan de heye, hin jê dibêjin peyv bi eslê xwe aryanî ye û ji peyva afirandinê (çêkirin, xuliqandin) tê û hin jî dibêjin na bi erebî ye û ji peyva afiyetê (tenduristî û saxlemî) tê.. wekê dî, sihhet xweş, dest xweş, malî ava, bijî jî tê gotin..



19.05.2015 22:50 | endazer

3. Peyveke Kurdî ye. Cûda ji wateya wê bi Tirkî, bi Kurdî him ji zarok û him jî ji bi temenan re tê gotin. Helbestekê ser Pêşava Qazî Mihemed heye ku dibêje: "Aferîn Qazî Mihemed aferîn, aferîn ey pêşaway Kurd aferîn."



20.05.2015 07:10 | cngsgncc

4. navê dermanekê ye: tê de paracetamol(êşbirek) û chlorpheniramine maleate(antîhîstamînîk e) heye ku di nexweşiyên weke grîp te, him êşê dibire him jî çilm û herka ji pozê mirov fîlan kêm dike.



20.05.2015 21:16 | simurg56

5. Analjezîke



20.05.2015 22:00 | jeng

6. li gorî ramazan çeper peyveke medî ye.
di zerdûştîyê de aferîn diayên ji bo ku dilê mirîyan xweş bike û ji yên zindîyan jî bi Rêzdarî bi bîr bîne, ye. di medan de jî ji bo silavdayîn û pesnê hatiye bikaranîn.



24.11.2019 21:16 | ferhenga şikestî

7. Peyveke Kurdî ye.
Ev peyv hem tê wateya pesindarî ye
û hem jî tê wateya piçûk dîtin e.



31.05.2020 01:37 ~2021.06.15 08:34 | merwano

8. li gorî ku min fêhmkir, di kurdî de nayê wateya piçûk dîtine, mi li jor wilo nivîsandibû lê xuyaye ez şaş im.
ji ber ku zimanê tirkî ewqasî ketiye mêjiyê me de êdî em bi tirkî difikirin û bi kurdî diaxivin.

tenê tê wateya pesindarî ye
(bnr: bravo)

ger hûn li vê twîtta îbrahîm xelîl baran meyzênin, hûnê bibînin ku çawa zimanê tirkî di mêjiyê me (kurda) de cih girtîbûna wê zêde ye
Here lînkê



31.05.2020 11:01 | merwano

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» aferîn

Kategoriyên mijarê:: yendin ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî