Ferhenga înteraktîf
04.07.2015 sûrên amedê û baxçeyên hevselê ketin nav lîsteya kelepora cîhanê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-04.07.2015 sûrên amedê û baxçeyên hevselê ketin nav lîsteya kelepora cîhanê

1. ev demeke dirêj e ji bo ku sûrên amedê û baxçeyên hevselê têkevin nav lîsteya kelepora cîhanê xebatên berfireh yên şaredariya bajarê mezin a amedê hebûn. di dawiya dawî de îro unesco'yê bi dengdanê serlêdana şaredariyê erê kir û bi vî awayî sûrên amedê û baxçeyên hevselê ketin nav lîsteya kelepora cîhanê.



Here lînkê



04.07.2015 20:51 ~20:53 | xendekî

2. Ya ku serkeftina şaredariyê ye. Ev gelek baş bû ji bo danasîna sûrên amedê. Bi vê biryarê, şaredarî bikare projeyekî baş ya restorasyonê jî bike temam e ..



04.07.2015 20:56 ~20:57 | brusk56

3. nûçeyek gelek xweş e. divê ji kurdistanê hê gelek cih û warên dîrokî têkevin vê lîsteyê.

heta niha di vê lîsteyê de, ji kurdistana bakur tenê peyvkerên li nemrûdê hebûn, ji tirkiyê jî bi giştî 16 avahî/cih hebûn. loma lêzêdebûna 2 tiştên nû, serkeftinek girîng e.

mirov dikare ji malpera unescoyê ya fermî, nûçeya vê mizginiyê û wêneyên xweşik yên amedê bibîne; Here lînkê



05.07.2015 00:36 | simurg56

4. Serkeftina amedê pîroz dikim..ji bo şixûla şarederîya bajarê mezina amedê jî,gulten xanım û birêz anlî re spasiya xwe dişînim.



05.07.2015 00:39 | hesen bira

5. Serkeftineke xweş a keda şaredariya amedê ye. Li hemu kurdistanê pîroz be. Lê li aliyê din dîsa îro daîşa bêîman palmira ya di lîsteya kelepura cîhanêde mayî jî belawela kiriye. Xwedê quwetê bide ku em van bermayîyan biparêzin jî ji hemu tiştan.



05.07.2015 00:43 | azadixwaz

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» 04.07.2015 sûrên amedê û baxçeyên hevselê ketin nav lîsteya kelepora cîhanê
» sûrên cizîrê
» baxçeyên hewselê
» ketina cilan
» navenda çandê ya mîtanî
» lîsteya 250 fîlmên baştirîn ya imdbyê
» kelepora cîhanê

Kategoriyên mijarê:: nuce dirok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî