Ferhenga înteraktîf
abla
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-abla

2. Berê Li gundê me de, xanima şêx re xelk bona hurmetê xwe nişan bide “ablo” digot, milet, navê wê tenê hilnedida devê xwe, peyva ablo tenê ji bo wê dihat bi kar anîn, ablo = xanima şêx bû, li gundê me de jinên pîr re xûçê, xwûşkê dihat gotin lê ablo tenê ya wê bû.



Çawa di nava tirkan de peyvên îngilîzî yan jî peyvên biyanî milet perestîj dike, texmîna min kurd jî bi vê şiklî hereket dikir (di salan 90 an, piçûktiya min de, beriya pişîka me ya pirço jî hê tirkî nizanibû) kurd jî mîna wana ye belkî… wekî gundiyekî ji wê re nedigot xûçê ji ber ku xûçê fatê bû, besê bû, xato bû lê ew ne wekî jinikekê gundî bû…



10.07.2015 10:20 ~10:22 | mîr

3. wê rojê min ji jineke çil salî re go "abla" jinik di cihde got " jixwe tu ji binî ve têk çûyî" mi go wî çima? go herkes zen dike ku ez keçeke "lîselî" me. ( oy bavo :o) lewre " beni kaybettin" mala xwedayê berz û bala ku hebe bila ava be ku ji te re nemame.*



10.07.2015 10:30 ~10:32 | ceso

5. (bnr: xwehê)

(bnr: xwuhê)

(bnr: xwuhkê)

(bnr: xwûşkê)



10.07.2015 13:42 | xendekî

6. xwuşka mezin. peyva kurdîya wî dibe ku hindaye an tuneye. bi kurdî ji yên mezin jî yên piçûkra jî dibêjin xwuşkê an xwuşka min an jî xweha min.



10.07.2015 14:42 | shorbevan

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» ablation

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî