Ferhenga înteraktîf
klîma
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-klîma

1. (bnr: zozanê di odê de)

mekîneyeke jêneger e di havîna cizîrê de; jixwe kareba qaçax e, ji derve keleqiçên e, hema herkes xwe diavêje nav sîng û berê vê mekîneyê: havîna xanî sar dike, zivistanan xanî germ dike; yanî li gor her demsalê dixebite. heke ew jî nebûya, ax ax mirov nikare tunebûna wê jî xeyal bike.



10.08.2015 10:05 ~10:07 | xendekî

2. amûra/makîneya hewa cemidî an ya germ ava dike lê hewa ava dike ne hewaka xwezayîyê ji tendûristîyêra baş ne baş ez nizanim lê ji hewa wî bihneka ecêb dihat ji minre birayê min wana di çûn ber sir û serma wê radizan lê ez diçûm berbanê radiketim.



10.08.2015 22:20 | shorbevan

3. amura di hewaya germ a başurê welêtde fersendeke jiyanê dide mirov. bi rastî jî ne ji klîmayê buya mirov debar nedikir. li mala me jî ji ji-xew-rabunê heta razanê qet nayê vemirandin loma carna mu ditirse ka dawiya mehê wê fatura ceyranê çiqas bê.



16.07.2017 16:37 ~16:38 | azadixwaz

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» klîmaya dîjîtal

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî