Ferhenga înteraktîf
ji min re çîrokekê bêje
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-ji min re çîrokekê bêje

1. bernameyeke trt 6ê ye.

duh rastî wê hatim û min hinek temaşe kir. li ser înternetê di derbarê de zêde agahî tune. loma nizanim ka bernameyek domdar e an tenê ji bo carekê hatibû çêkirin.

konsepta bernameyê ev e: çîrokek dîrokî ya kurdan ji aliyê gelek kesan ve parçe parçe tê gotin. kesên çîrokê dibêjin piranî ji nav xelkê hatine hilbijartin û hema bêje her yekê li derdora xwe hinekan berhev kiriye û çîrokê ji wan re dibêje. paşê derbasî sahneyek din dibe û kesen din, ji kesên din re berdewamiya çîrokê dibêje. fikrek baş e. hinek vebêjên çîrokan, gelek xweş qise dikirin. di vê beşê de çîroka feqiyê teyran dihat gotin. û dîmenên heskifê dihat nîşandan. jixwe çîrok jî ji aliyê biştecihên heskifê dihat gotin.

dîmenên heskifê gelek xweş bûn û orjînal bûn. min li derek din nedîtibûn. îhtîmalek mezin ji bo bernameyê hatibûn kişandin.

piştî bernameyê navê ajansa simurg derket ku digot ji aliyê wan ve ji bo trt 6ê hatiye kişandin.

min li ser înternetê facebooka ajansa simurg dît (belkî jî ne ew bin lê), ji hesabê wan tê dîtin ku bi kamerayên li ser abeyan dîmenan dikişînin.

Here lînkê



19.10.2015 22:44 | simurg56

2. Êdî ezê xêra berxweda her roj çîrokekî bixwînim kurê xwe re ji bo dîyarîya wî spas dikim*



05.01.2020 20:33 | azad30

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» min gû di eqlê te kiro
» bêje ê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî