Ferhenga înteraktîf
devjihevberdana hezkiriyan

Navê mijarê ya ewil ev bû:dev ji hev berdana hezkiriyan
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-devjihevberdana hezkiriyan

1. ev bûyer ji ber sedemên cûre bi cûre pêktê: geh ji hev dilsarbûna aliyên têkiliyê, geh ji hev dûrbûna kesan an jî bê sedem terikandina aliyekî/ê û piştî pejirandina aliyê din...



piştî pêvajoya naskirinê, bawerkirinê, jê hezkirinê; bi evîndarî xwendina turgut uyar û cemal süreya; bi saetan destên hev girtin û maçî kirinê; li telefonê saetan peyivîn û peyaman şandin; li ber vapura 19.20a eminönü li bendê man û dereng bimîne jî bi maçiya wî ya gepê ve wê rawestîna li sermayê ji bîrkirin; sirf çima ew dixwaze pevre li bin darên hewşa nazım hikmetê rûniştin; çima dilê wî çû bi wê betilbûnê heta çûna çengelköyê bo borekê û nizanim hezar tiştên din û piştî tu rabe bêje "divê ez tenê bimînim. ne ji ber te, tu baş e, lê her tişt min difetisîne." tê çi bêje. ew dev ji te berdaye, tê jî dev jê berde. hewqas mere naxeydî jî. wext û bîranîn û tiştên din têdixe çavikên dîrokê û finito...



31.10.2015 00:46 ~00:55 | biruya hayao miyazaki

2. Ya ku ger herdû alî ji hev sar nebûbe û hewesa xwe nestandibe, dibe sedena qehirandinek mezin.

Gelek kes hene ku derûniya wan bi tevahî xera dibe, Nikarin hezkiriya xwe ji bîr bikin û di kar û xebata xwe de, têkiliyên xwe tên bi mirovên din re têk diçin û pirsgirêkan dijîn.



31.10.2015 09:41 | brusk56

3. (bnr: hezkirina ne ji dil/hezkirina bitenê navê wê hezkirine)

devjihevberdana ku armanca hezkirîya dide xuyakirin ne hezkirine tiştek dine we fehmkir çîye.. hezkirina ku ji herdû alîyan alîyek tê xapandin lê ev alî kîne çi kesin ez nizanim.



31.10.2015 14:14 ~2015.11.01 03:52 | shorbevan

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» devjihevberdana hezkiriyan

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî