Ferhenga înteraktîf
qerrase
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-qerrase

1. ji bo zilam û sewalên gelekî gir û gewre û zexm û qayîm tê gotin û bipiranî di wateya mêrxasî û egîdî û dilêriyê de tê bikar anîn.. wek nimûne: filankes qerraseyê zilama bû şûr simbêlan nedibirrî an kesî nediwêrî pêl siha wî bike..



06.08.2013 04:08 | endazer

2. ew tişta ku keçik pora xwe pê radikin û girê didin jê re dibêjin.. li deverinan wek qirrase jî tê bilêvkirin..



06.08.2013 04:09 | endazer

3. hesinekî çarparsû ye, seriyek pehn e û pê berê (destar) aşê radikin û datînin.



06.08.2013 04:09 | endazer

4. ji bo tişta ku hatiye asêkirin jî tê bikar anîn.. wek nimûne: derî qerase kiriye..



06.08.2013 04:11 | endazer

5. peyva nizanim çima bi du "q"yan hatiye nivîsîn e, ji xwe heman kesî di peyamekê de bi xwe jî bi yek "q"yê nivîsiye.



06.08.2013 23:54 | azadixwaz

6. KÎRÊ KERA HEMÛ QERRASE NE*



07.08.2013 01:18 | reşkêşevê

7. peyva ku di vê taliyê de di devê min de bûye benîşt dicûm û dicûm gelek bi min xweş tê xwe bi xwe dibêjim bila hama rewşa axaftinê gincavtir be ku ez jî vê peyvê bi kar bînim



20.06.2014 22:49 | ferhenga şikestî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» qerrase

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî