Ferhenga înteraktîf
maxane
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-maxane

1. peyv û biwêjeke bi kurdî ye.. heta niha ji xeynî cizîrê li tu der Û devereka kurdistanê min ji devê tu kesî nebihîstiye.. wateya wê ya eslî û esasî çi ye ji çi çêbûye mixabin min agahî pê nîne lê li cizîrê hema bêje di serê her hevoka xwe ya ku tê de gilî û gazind û lome hene bikar tînin.. wek nimûne:

''maxane, ev kur nabe zilam, ez dikim nakin çar jê nakim..''

min li ser înternetê nêrî ferhenga ûmîd demîrhan de di wateya malxirab û malmîratê de cih girtiye.. wekê din li tu der û ferhengê ez pêrgî vê peyv û vê bêjeyê nebûme..



07.08.2013 08:39 | endazer

2. hemwateya wê: malnemîrat

maxane (moxone), ev kelîmûko henê li dihê jî tê emilondin, oho vê qûr'onê..



21.10.2013 18:57 | zero

3. bi xwedê, peyvek gelekî xweş e. cem me zêdetir weke moxone tê bikaranîn û wateya şaşwazbûnê dide hevokê.

mînak,



- hê hê hê hêêê. moxone, ew sê kîloyên tiriyan bi tena serê xwe xwariye malmîrat! qey mal ne ya te bû, zik jî ne ya te bû?



21.10.2013 20:22 | simurg56

4. li farqîna amedê wekî malneket jî têt bikaranîn



21.10.2013 23:42 | ceso

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» maxane

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî