Ferhenga înteraktîf
zaman kurdî
(0) (1) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-zaman kurdî

1. Malpera rojnameya zamanê bi kurdî ye. niha weşana ceribandinê de ne.



Here lînkê



li ser kaxizê jî were çap kirin yan tenê li ser înternetê be bona wê tiştek nenivîsîne. aboriya cemaeta gulen vî demê ne baş e loma texmîn dikim weşanê xwe tenê bi dijital berdewam bikin.



ji bo zimanê kurdî gavekî baş e, wekî tê zanîn cemaetên îslamî yên li tirkiye bi tevgera kurdofobîyê fealiyetên xwe didomînin. bi qasî ez dişopînim cemaeta gulen gav bi gav ji bo kurd û zimanê kurdî re singê xwe vedike.



fealiyetên din ya cemaetê gulen bi zimanê kurdî:



dunya tv

weşanxaneya nîl

radyo aram

radyo berfîn



06.12.2015 21:06 ~21:07 | mîr

2. weşaneke cemaeta heta karî pêşî li ber gavên akpê yên çareseriyê digirt. bawer nakim ku nêrîna wan guherî be, lê nizanim armanc û sedemên wan a vê gavê çi ye!



06.12.2015 22:50 | azadixwaz

3. malpareka ji alî cemaeta fethullah gülen've weşanê dike malparek ji alî tirkave yekeme ku bi kurdî nûçeyan diweşîne. malpara ku ez bawerim ewê ji trt kurdîyê çêtir weşanê bike lê dereng maye dîsa divê piştgirî jêre hebe..



Here lînkê



10.12.2015 14:21 | shorbevan

4. malpera nû dest bi weşana xwe kirî. profesyonel dixuye, ji gelek babetan tişt diweşîne, kurdiya wê ne xerab e(weke qaîdeya cimeatê peyvên cuda û ji zimanê erebî pir in). ezê teqîp nekim lê ji bo kurdî tişteke baş e. dibe ku nîşaneyeke biçuk be ku cimeat nêrîna xwe ya li ser kurdan diguherîne, înşileh.



10.12.2015 20:43 | azadixwaz

5. malpera ku hefteya borî pêşbirkek bi navê pirsnameyê li dar xist. 15 pirsên li ser dîrok û ziman ji xwendevanên xwe pirsî û ji wan xwest ku bersivên rast ji wan re bişînin (zamankurdi@zamankurdi.com).

Here lînkê



li gor encamên wan 618 kes tevlî pêşbirka wan bûye. û ji bo yên hemû pirs rast bersivandî pirtûka îbn xelikan - siltan selaheddînê eyyûbî hatiye şandin. li gor agahiya wan wê pêşbirk her hefte bê lidarxistin.



pirs û bersivên rast yên pêşbirka yekem:

Here lînkê



04.03.2016 22:56 | xendekî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» zamansiz dergi
» kurdîesk

Kategoriyên mijarê:: malper rojname
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî