Ferhenga înteraktîf
kurd kurdistanê nas nakin
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-kurd kurdistanê nas nakin

1. diyardeyeke rudaw.net e. dibêje ku beşa civakî anketeke li ser 27 kesan çêkiriye û ji çar parçeyan pirs pirsîne û %76 xelet bersiv dane. anketeke baş û fikreke xweş e, divê her dem têkilî û fikra yekbunê bi vî awayî bête pêş xistin. lê naveroka vê anketê nehatiye gotin û li ser gelek hindik kesan hatiye çêkirin. destê wan sax be.



10.12.2015 21:26 | azadixwaz

2. zanebûna berî anketa jî me zanîbû.

kesê digot 'kerkûk ne kurdistan e' hîn jî serokê kcdê ye..



11.12.2015 00:15 | berxweda

3. mijara ku bîranîneke bavê min anî bîra mîn e: berîya derbeya 12'ê îlona 1980'an, dema ku bavê min hê di lîsê de bû, li îdirê, li qehwexaneya gund, bangeşeya kurdistanê dikir. weke demeke kurt, gundî guhdarî dike. paşe yek ji wan, ji bavê min dipirse: kuro, kurê feqî îbrahîm, ka ev kurdistan kuderê ye?. bi rastî pirseke pir trajîk bû. ji ber ku mirovên ku li kurdistanê dijîn hê nizanibûn kurdistan li kuderê ye...yanê heya wan salan, kurdistan bi navê xwe ve, zimanê xwe ve, çanda xwe û axa xwe ve di rûpelên tarî ên dîrokê de wenda bûbû.



11.12.2015 16:16 | nazim tolhildan

4. mijara ku rastîya wê heye qîmeta kurdîstanê nayê zanîn vê nefta ku difiroşin rojek were ewê bi zêra neyê stendin ava wî dîsa wisa axa wî ew jî wisa.. di pêşerojêde dema ronîya rojê kêm bû.. li hemû derî jiyan tunebe ewê li kurdîstanê hebe jiber wî îro li ser neftê li hevdixin.. werhasil em kurdîstanê hê jî baş nasnakin.



11.12.2015 19:24 | shorbevan

5. tiştekî gelek normal e. wek mînak em nizanin welatparêz jî kîjan welatî diparêzin, lê kes li vir wan faş nake. j'ber vê deng nekin. bila haya kesê trajediya me nebe. we go erê? erê.



12.12.2015 04:25 | wiha wilo wisa

6. raste hetanî do jî kesî nizanibû kobanî li kure mînakên wisa gelekin




Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên qet bi kurdî nizanin
» nas

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi nuce jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî