Ferhenga înteraktîf
belgefîlm
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-belgefîlm

1. kurdiya dokumanterê ye. yanî vîdyoyên metraj-dirêj ku li ser mijarekê agahiyan dide.

cûreyek programên televîzyonan e. di civakên paşdemayî de zêde nayên temaşekirin lê di eslê xwe de ger baş hatibiin amadekirin him gelek bifeyde ne him jî temaşekirina wan jî xweş e.



12.12.2015 20:20 | simurg56

2. filmên rastî yên jibû nasîna ajalan an nasîna kesekî an jî nasîna tiştekî din.



12.12.2015 21:28 | shorbevan

3. filmên gelek tişt didin hinkirin temaşekirina wan kêf dide merî zehf xweşin.




4. ez her tim ji vê peyva frenkêştayn dibe'icim, peyva dokumanter tercîh dikim.(belge peyvekî tirkî ye û peyva fîlmê pê zeliqandine!) bîska din ezê qala dokumanterek peyamek binivîsandama lê te'ama devê min xera kir. a 'ecêb ev e ku kurdên me yên bo peyvên kurdî baldar û bidîqat çawa vê frekêştaynê nedîtine û her tim li her qadê bikartînin nizanim. hişên xwe dane navên meha. heta hezar heb navê mehan berhamandinê, yekî ji vê dokumanterê bidîtana dê xêrtir bibaya. tew li bernameyên rûdawê ez vê peyvê dibînim dîn dibim. axir xwe ji vê peyvê dûr xin, ji kerema xwe..



nîşe: li peyamek ez qala vê kiribûm lê nehat bîİra min ka kîjan bû.



20.03.2016 21:36 ~21:37 | biruya hayao miyazaki

5. siya avê




li ser çêkirina bendava ilisu ye, gundên ku dikevin bin avê û gundiyên ku ji gundên xwe derdikevin, dibin koçber wan nîşan dide



29.05.2020 01:34 | afa

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» belgefîlma bakurê sala 1977 bî kamerayê bbc

Kategoriyên mijarê:: sinemablgflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî