Ferhenga înteraktîf
.krd
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-.krd

1. Tiştekî pîroze.



30.12.2015 18:39 | medovskî

2. Mine bi xwe ra Malperékî nave wî " bijî.krd" vekira edî nabe. Yanjî " bijî kurdu.krd "



30.12.2015 18:45 | medovskî


4. yek ji navê qadê yên înternetê ye. di sala 2014an de ji alitê kurdistana başûr ve hat standin.

wê demê malperên weke cabinet.gov.krd yên hikumeta başûr vebûbûn.



lê îro tiştek bala min kişandi: televîzyona zarok tvyê jî ji xwe re malperek bi vê navê qadê standiye: (bnr: www.zaroktv.krd)



rûpela danasîna vê xizmetê: dot.krd ye. li wir navê çar şîrketan heye ku bi awayek fermî van domainan difroşin; Here lînkê



stranbêj chopy jî ji xwe re malperek vekiriye: chopy.krd



26.03.2016 06:51 ~06:55 | simurg56

5. hikûmeta herêma kurdistanê ji sala 2013ê ve li ser vê xebatê dixebite u dawiya dawî li gor nûçeya malpera dot.krd û gov.krd êdî domaina kurdî amade ye, herkes dikare bistîne. pîroz be pîroz.



daxuyaniya malpera hikûmeta herêma kurdistanê:



Fermangeha Teknolojiya Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo hevbeşên Internêtê, dawîn qonaxa domaina bi asta bilinda Kurdistanê bi paşnavê "‌.KRD" radigihîne, ku hemû kes, alî û kompaniya ji bo bikaranîna Internêtê li seranserî cîhanî dikarin pêgeha elektronî yên xwe li domaina Kurdistanê tomar bikin.



Domaina fermî ya Kurdistanê bi awayekê cîhanî hatiye amade kirin, ji bo vê yekê bibe baştirîn bijarte ji bo beşdarên Kurd hatiye amade kirin û dikare pirsgirêka nebûna domain ji kesên Kurd, sazî, rêkxistin û kompaniya yên têkldarên Kurdistanê çareser bike.



Lewma em dixwazin di vê derfetê de, pêgehên elektronî yên xwe li domaina Kurdistanê tomar bikin, ku giringiyeka taybetî heye.



Hîwa Efendî Serokê Fermangeha Teknolojiya Zanyarî dibêje ku di demekê de ku hejmara beşdarên Internêtê li ser asta cîhanî bi leziyeka cihê hêbetê berev zêde bûnê ye, domaina "‌.KRD" dibe hêsankarî jibo despêragihiştina çend milyon beşdarên Kurdên Internêtê bi rêya domaina fermî ya Kurdistanê, ku heta niha ji domainên wek ".com" yan ".net" bi kar tînin.



Tomarkirin li domaina "‌.KRD" bi rêya van ajansan amade ye:

-101Domain,

-DomainDiscount24,

-OpenProvider,

-Namecheap,

-NameISP,

-MarkMonitor û

-SafeBrands.



Ji bo zanyariyên pitir serdana vê malperê Here lînkê bikin û di vê lînkê de jî Here lînkê dikarin pêgehên elektroniyên xwe tomar bikin.



04.04.2016 00:56 | xendekî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» .krd

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî