Ferhenga înteraktîf
pirtûka ku qazî mihemed jê re gotî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-pirtûka ku qazî mihemed jê re gotî

2. Wextê ku li qada Mehabadê Qazî Mihemed di destê wî de pirtûkek heye û wê radike, dibêje ev qûr'ana me kurdan e. Kesê bizane qala kîjan pirtûkê dike ezê jê re vê pirtûkê (bnr: çavniqandî) diyar bikim.



02.02.2016 00:11 | nejwan

3. Ez baş li ber neketim, tu dê diyar bikî ya diyarî bikî?



Ku tu dê diyarî bikî navê wê Folklora Kurmanca ye, ya Emînê Evdal û Heciyê Cindî ye ku bi hevkariyê stran û destanên kurdan berhev kirine tevî waryantên wan.



Na ku tu dibêjî we navê wê diyar kir û şûnde ez ê jî hew diyarkirina xwe li diyarkirinên we siwar bikim, na yabo heyrano na, jixwe gêjê xewê me, çavên min beloqî bûne, rihê min ji heyatê diçe û ji qewla filankeso ku digot mabûna me ya li jiyanê bi xwe gunehkari ye, hema em li hev neyên xezebê çêtir e vê sipêda xwedê. ;)



02.02.2016 09:00 | aryâspa

4. Dest û tiliyên te saxbe birako lê Min qestûka gotiye ezê diyar bikim anku rave bikim jixwe li jor têra xwe hatiye diyarkirin tiştekî din hewce nake. Ev pirtûk ya heciyê cindî & emînê evdal a bi navê folklara kurmanca ye. rast e welhasil



02.02.2016 14:08 ~14:11 | nejwan

5. pirtûka ku çavkaniya wê çi ye meraq dikim. min bûyerek wisa nû bihîst, berê niha li tu dereke din nexwendibû.



02.02.2016 18:21 | simurg56

6. Weke wesiyetnameya qazî mihemed vé haydariyé jî bé reh û rîşal e, efsaneyek e ku em kurmancén reben bi tiştén wisa nirxén neteweyî ji xwe re pé çé dikin, ber dilé xwe pé xweş dikin, çi bikin em jî wisa ne yadé heyranîno.



02.02.2016 19:31 | aryâspa

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtûka kurdî
» qazî mihemed
» mihemed taha akreyî
» jêgirtin
» gotîk

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî