Ferhenga înteraktîf
morî
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-morî

1. Ajaleke reş/zer a biçuk û bi koman dijî. Bi kareke mezin giya, pelçim û tişt miştên ji xwe mezintir li qula xwe berhev dike û dike qûtê salê.

mêwî jî tê gotin.



14.02.2016 16:44 | azadixwaz

2. Bernameyeke zarokan a li ser zarok tvyê tê weşandin e. Çend hebna pêlîstok diaxivin û tiştan dikin. Ez bi xwe ji bernameyên vî awayî hez nakim û kurê min jî dema vê bernameyê dibîne aciz dibe.



14.02.2016 16:48 | azadixwaz

3. Di devoka gundê me “cera” “cerik” e ku dengê gyê wekî c bi lêv dikin..

gêra ango gêrik e..gêrikên herî biçûk muxurbî ye ev jî x”yê wekî ğ bi lêv dikin.



16.02.2016 22:42 ~22:55 | havka

4. dema em zarok bûn diçûn çiya û baniya li ber pez van bêxweyî ya em kit dikirin , agir li me dixistin ...



15.04.2016 20:02 | reshyavash

5. bi soranî mêrûle



31.05.2017 10:24 | mindal

6. Em jê re moristang dibêjin. Li ba me de morî wekî morik, meherk derbas dibe. bi Tirkî: boncuk



31.05.2017 11:20 ~11:24 | mîr

7. li serhedê (bnr: mirûstang)..
heywaneke zev cîhatî ye.
xwezî ez jî wek wana jêhatî bûma..
ez piçûk bûm min qulika wana bi saetan serî dikir..
/Gerçî niha jî temaşe dikim..
yek dikeve hundir, yek dertê..
sîstemeke muezzam tê da heye.



20.10.2017 11:05 | bûtîmar

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» morî mircan

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî