Ferhenga înteraktîf
frankenstein
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-frankenstein

1. navê romana mary shelley-ê ye. beravajî zanîna rayagiştî, navê frankenstein ne navê afirîdeyê ye, navê afirînerê wî ye. bi gotinekî din, navê ew doktorê ye ku piştî xebatên "ne-etîk", merivek afirandiye. lê ji ber ku nav balkêş e û bûye hevreha tirsnakî ya honaka zanistî, meriv bikartîne. mîna min.

zêdeyşina piştî salan:

min hefteya çûyî, asoxî xwend û heqê doktor frankenstein tune ye ku rabe afirîdeya xwe wekî cinawirekî bisêwirîne. ji ber ku ew pîs e û ehmaqiya wî afirîde dike gunehkar, ne ku ew ji xwe cinawir bû ku bi ya min hîn jî ne cinawir e. wî bi destê xwe wî milyaketî avêt hest û ramanên şeytanî û rebeno bû sûcdar.



20.03.2016 21:44 ~2019.11.23 22:10 | biruya hayao miyazaki

2. (bnr: magnifico)
(bnr: smeagol)



23.11.2019 22:15 | biruya hayao miyazaki

3. Pirtûka ku min berî du rojan xilas kir. Heta niha min çawa nexwendiye şaş mam bi rastî.

Hema bêjim ku mijara pirtûkê kirêjî, dirûtû, hovîtî û kîndarbûna mirovan dide ber çavan.

Çîroka Mexlûqê Frankenstein kurteya mirovahîyê ye jî.



24.11.2019 00:49 ~2020.04.28 12:30 | xelîl

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» frankenstein

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî