Ferhenga înteraktîf
lorîn s. doğan
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-lorîn s. doğan

1. lorîn s. doğan nivîskarek jin e. di sala 1975'an de li nisêbînê hatîye dinyayê. du pirtûkên wê yê bi navê (bnr: kirasê teng) û (bnr: destên vala) hene. pirûka wê ya ya kirasê teng ji du beşan pêk tê; beşa yekem Kêl ya duyem Kul. Di beşa yekem de hemû çîrok li ser xemgînî, êş û azara gund û bajarên kurd yên li ser tixûbên bi mayîn, têl û qereqol in. Bi baweriya min çîrokên vê beşê bi gelemperî serkeftî ne lê li ser hev tu 9 çîrokên wiha bi dert û kul bixwînî dê mêjiyê te serûbin bibe. di beşa yekem de bi qineata min çîroka serkeftîtirîn "berdêl" e. di beşa duyem ya bi navê "kul" de jî çîrok li ser hal û rewşê jinê, problemên wan yên bi civaka "bi simbêl" re, tadeya civakê bi jinan re. di vê beşê de jî çîroka serkeftîtir "demên berê" ye lê her wiha çîrokên din jî balkêş in. Herçiqas min ji heval û hogirên devûdora xwe bihîstibû ku digotin zimanê lorîn s. doğan zimanek jinane ye di rastiyê de min tiştek wisa nedît ku ez bibêjim "erê welle wisa ye."



25.03.2016 11:01 | xewnname

2. di dawiya berga pirtûka wê ya bi navê kirasê teng de wê nivîsê cîh digre:

"Civaka me, civakeke bi simbêl e, nêr e. Jin di civakê de tenê weke “problem” derdikevin pêş. Edebiyata kurdî jî wisa ye. Berhemên nivîskarên jin pirr kêm in. Resmê edebiyata me jî resmekî bi simbêl e. Kirasê ku civakê, an jî mêr li jinê kiriye û dike zêde teng e.

Avesta, bi rêza “Şahmaran” li hember vî resmê û spî dixwaze dîmenên din nîşan bide. Rêza ku ji her parçeyê Kurdistanê bi şi‘ran dest pê kir vêga bi kitêbek çîrokan didome: “Kirasê Teng!”

Lorîn S. Doğan ne tenê neynikê dide ber civakeke derengmayî, bi cesaret, pê li birîna ku bi salan e di mêjiyê me de cî girtiye, dike."



25.03.2016 11:03 | xewnname

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» lorîna sibê
» doğan güzel

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî