Ferhenga înteraktîf
jinên por kin
(6) (1) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-jinên por kin

1. jinên ku piştî kinkirina pora xwe li qey pirsa ''Xêr e, te çima pora xwe kin kiriye, xoşewîst?'' tên in. Her çiqas di çanda kurdan de pora kin tune jî be, êdî bi avayekî ketiye jiyana me. vê tiştê jî îtîraf bikim ku pora kin tişteke pir rehet e. û êdî dirêjkirina porê heram e *



27.03.2016 14:26 | gulêê

2. (bnr: jinên sillûr)



27.03.2016 16:06 | biaqila malê

5. mîna mêrên pordirêj in. û demekê gelek dirêj ev, ez û xwişka min bûn. * bavê min ji min re digot jêke, dayika min ji xwişka min re digot dirêj bike. **



sedem ne lazim e. heger ew difikire ku porên kin lê tê, ev bi serê xwe sedemekê derbasdar e.



27.03.2016 23:56 | biruya hayao miyazaki

7. jinên pirrî caran xweşik in.jixwe heke bi biryara xwe kin kiribin, meriv fêm dike ku ji hêla hiş ve serhildêr in û xweşikbûna wê jî ji xwe re kirine par. nizanim sedem çi ye lê jinên porr kin li min xweşiktir xuya dibin.



28.03.2016 00:43 | berxweda

8. Ji bo ev por wan were hewce ye stûyê wan dirêj be . Xwedawenda jinên por kind charlize theron e .



Here lînkê



Ayy xweda ez qiymîşnakim lê binihêrim hinek mêrên heram li ser govendê digrin



28.03.2016 01:08 ~19:24 | xeteraqirêj

9. Jinên ku mêrên tirşikê li vê derê kom kirine *



28.03.2016 07:35 | brusk56

10. xuyaye ku mijara ji jinan zêdetir mêran şîroveyên xwe pêşkeş dikin e. jixwe normale jî, ji ber ku, %1 ê wan li derve bihêlim, %99 ê jinan çi ji bedena xwe bikin ji bo mêran dikin. ji ber wê şîrove kirina mêran jî asayî ye. bi rastî heman tişt ji bo mêran jî derbasdar e. yanê gotina min ewe ku Freud rast dibêje, yanê ev hemû asayî ne, yanê dibe ku ez saçmalamiş dibim*



28.03.2016 11:36 | nazim tolhildan

11. pêşiyan tiştekî werê gotiye ne gotiye nizanim lê ez dibêm mêr bi sozî keç bi kezî.



28.03.2016 14:41 | diclefirat

12. du cûre ne.

1- yên ku dişibin mêran

2- yên ku naşibin mêran



yên cûre-1 dibe ku xweşik bin. li gorî tîpa wan diguhere. lê yên cûre-2 qet ne xweşik in. ger halê wan yên por-dirêj spehî be jî dema porê xwe dibirin ne spehî ne.



mêrên pordirêj jî wisa ne.

ger bişibin jinan ne spehî ne, ger neşibin jinan spehî ne.



28.03.2016 19:27 ~19:29 | simurg56

14. ku jineke xweşik be porê kin bêtir pê dikeve. ez ji berêya berê de heyranê jinên porkinên xweşik im



29.03.2016 01:19 | ceso

15. taybetîyek û bedewîyeka jinan pore, lê jinên bi porê hindik li hizûra we bêedeva bê edevî tê (me tişt di edevêde nehişt jixwe)* ji yên porê wan li ser qûna wan avantajtirin porê hindik rihetîya wane barê wan sivik, şekirin, şûştin...



29.03.2016 01:33 | shorbevan

17. Gelek cara zahf itici? xuya dibin. Ji ber ku kêm jin porê xwe dibirin em hînî wan nebûne. Dibe ku dêya wan nifir li wan kiribe û porê wan dirêj nebûye jî. Wek hun jî baş dizanin biwêja porrkurê ji devê dayikên me kêm nabe.



29.03.2016 08:56 | hêvî


20. dibe ku di bin tesîra strana papatya ya teoman de mabin. di wê stranê de teoman dibêje; ''Hani çok sevdiğin o filmi gördükten sonra kısacık kestirip saçlarını içtin ilk sigaranı.'' (piştî te ew fîlma ku gelek kêfa te jê re dihat, temaşe kir, te porê xwe kin kir û vexwar cixareya xwe ya ewil.) ew fîlm; leon: the professional, keçika porkin jî mathilda (natalie portman) bû.




12.11.2016 20:45 | endazer

22. Berê Jêkirina porên jinan di irf û edetên kurdan tunebû ev tişt gelekî eyb bû.

ji aliyeke din ev tişt sembola şîngirtin e, heke jinek şîna mêrê xwe yan jî birayên xwe bigire ji ber Qehra ew kesên mirî, porên xwe jê dike. porkurê/51073

Gava yekî diqehire bêje porkurê! Li vir dixwaze bibêje "kê miriye", "heyfê", bertekên xwe ji me re nîşan dide.

Niha wekî berê nîne dinya diguhere kurd jî diguherin. Li gund û nahiyayan Kurdan de rewş hema hema eynî ye lê li bajaran de hezaran jinên por kurt hene.

Here lînkê



19.06.2018 22:37 | mîr

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» jinên pêşewayên kurd
» poroğram
» kincîl

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî