1. teoriya gregory jusdanis e ko li ser gelên bindest û hejar û belengaz behsa derengmayîna bo modernîteyê dike. remezan alan jî li ser rêçika wî, bi vê perspektîfê kultur û edebiyata kurdî dinirxîne û bi min jî di cih de ye. jixwe kambaxa bêdewletiyê jî ma ne derengmayîna me kurdan e ji bo trêna medeniyetê? dê ka werne suhbetê.. |
|
28.03.2016 19:06 |
terkexem
|
2. (bnr: îmtîhana kurdan bi nûjenparêzîyê re) |
|
29.03.2016 18:44 |
nazim tolhildan
|
3. beriya ku meriv li ser vê têgehê nîqaşek bike, divê bersiva pirsa gelo modernîte çi ye bide |
|
29.03.2016 22:27 ~22:29 |
ferhenga şikestî
|
4. nexêr modernîte îcadek e û ji ber hin sedemên dûvedirêj dereng gehiştiye rojhilata navîn. hewce nake em kurd bi vê kompleksa derengmayînê xwe li 'erdê xin. wek qadeke rexneyê na, wek tesbîteke sosyo-kulturî divê bê xwendin. bindest her derengmayî ye, ev gelek normal e lê yewnan, tirk, faris û 'ereb jî derengmayiyê modernîteyê ne. bi geşedanên serê sedsala 20em ve têkildar e û têra xwe jî pêwendiya vê meselê heye li gel kolonyalîzmê. Ne ku em kurd gerîzekalî û paşverû bûn û me berê xwe neda modernîteyê. Wisa qewimî, tarîxê ji me re wisa lê anî. Ev ne sûcê me bû. |
|
30.03.2016 04:01 ~04:02 |
terkexem
|
5. bi min kurd roja îro jê derbas bûne û derbasî postmodernîteya derengmayî bûne. ku ev yek her çiqas ne mimkûn e jî lê kurd her gav bi awayekî bêmimkûn dijîn. bêhenek carna difikirim gelo ez kurd im? yan jî mefhûma kurdbûnê bi tirkbûnê, farisbûnê, erebbûnê û wd. re çiqas wekhev e? ango pirsa ku ji xwe dikim statûya însanbûnê bi kurdbûnê û tirkbûnê û amerîkayîbûnê ve çawa diguhere? |
|
28.08.2020 14:40 |
ezcan
|
hînbûna îngilîziyê [2] |
|
mehmûd berazî [1] |
|
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
|
ercan bingöl [1] |
|
hînbûna îngilîziyê [1] |