Ferhenga înteraktîf
bêhna baranê
(3) (3) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-bêhna baranê

1. Bêhneke wisaye ku kul û derdên mirov dibe, aramîyê li ser axê, li nav însanan belav dike. Mirovên ku ji bêhna baranê hez nakim min nedîtîye.

Ji alîyê derûnî jî qehr,hêrs,bêhntengî kêm dibe.

Bêhna baranê,bêhna însanan fireh dike.



Ne mirov tenê,ajal û nebatên din jî pê xweş in. Naxwe pêdivîyeke wisa heye û xwidê rehmê dişîyêne.



11.04.2016 01:12 | gumgumok

2. (bnr: piştî baranê bêhna xwelîyê)



11.04.2016 15:02 | nazim tolhildan

3. di rastiya xwe de bêhna baranê nîn e. piştî baranê erd şil dibe û ji axê bêhn tê..

dema em li gund bûn piştî baranê bêhna axê belav dibû, aniha li stenbolê qet bêhn nayê..



11.04.2016 15:04 ~15:04 | ferhenga şikestî

4. bêhna baranê nîne. (bnr: bêhna_piştî_baranê) heyî.



11.04.2016 19:24 | bêhna_piştî_baranê

5. (bnr: bêhna piştî baranê ya qelax, sergîn û peynê şil)

(bnr: peyn)



12.04.2016 00:24 ~00:35 | bûtîmar

6. (bnr: petrîkor)

tişta rastî bêhna baranê nîn e, tenê behna ku ji erdê belav dibe hewayê em bêhn dikin ku sedema vê behnê jî hin avêtiyên bakteriya ne .
bakteriyan streptomyces, siyanobakterî û hin kûmik bi navê geosmîn avêtiyekê derdixin holê ku sedema bêhnê ev madeye.

dibe ku gelek kes ji we jî ferq kiribe, baranên ewil yê salê an jî ya havînî, bêhtir bêhnê didin dora xwe ku bawerim sedema wê jî hewirîbûna van avêtiya ye. lê piştre her diçe erd têra xwe şil dibe û bandora bêhnê jî kêm dibe, ji ber ku avêtiyê bi biranê re bin erd dibe an jî têvlî çem û hwd. dibe.



12.05.2021 01:21 ~01:31 | merwano

7. (bnr: dengê baranê)



12.05.2021 08:12 | xelîl

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêhna baranê
» baranên çilesrî

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî