Ferhenga înteraktîf
serokê şantiyê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-serokê şantiyê

1. kesê ku yan avahîsaz yan jî endazyerê avahiyan e. di destpêkê heya dawiyê, berpirsyarê hemû pêşnûmayan, karkeran, avahiyan e. avahî di bin qontrola wî/ê de çê dibe. yanê serokê hemû qada şantiye ye.



16.05.2016 13:42 | nazim tolhildan

2. Xêncî Endezyarê avahîyan û avahîsazan, endezyarên elektrîkê, endezyarê makîneyan jî dikarin bibine şefê şantîyeyan.

dibê qanûnek e nû yê derkeve idî teknîkerê jî bikaribin bibine şefê şantîyeyan.

(bnr: erê bavo bila mixtar jî bikaribin bibin mihendiz) çima çîyê mixtara kêm e. Him dîplomeya wan jî heye idî !



16.05.2016 20:48 | bûtîmar

3. (bnr: şefê şantiyê)



01.05.2017 22:36 | bûtîmar

4. site manager dibêjin bi îngîlîzî. bi kurt û kurmancî dîkê mihelê ;) niha li du cihan wekê şefê şantiyeyê xuya dikim. li cihekî li ser kaxezê û li cihekî jî di pratîkê de. dema şefê şantiyeyê tê gotin wek ji wan her sê peyamên berî vê peyamê jî xuya dike bi piranî avahî û înşaat tê bîra mirovan,
çi fîzîkî û çi mental kareke giran û bistres û biteşqele ye. berpirsiyariya wê giran e. herkes nikare ji heq de bê, divê hem şixulkeran razî bikî, hem petron û eger hebe hem jî xwediyê kar.
saetên mesaiyê ne diyarkirî ne, gelek caran kar tînî heta nav nivînan jî. çi qas jêhatî bî jî, kes wesfê te nade, lê ku tu xwe carekî şaş bikî, xwudê ji te stand, heta hetayê wê ew deq bi te ve bimîne. divê di navbera xwe Û şixulkeran de balanseke nazik deynî. ne bibî yek ji wan û ne jî xwe ji wan dûr bidî. û divê pişta petron û miştêrî yanî xwediyê kar jî ji xwe rast bikî.
werhasil divê xweş bileyîzî carina dema ji dûr û ji derve ve li xwe dinêrim li xwe dimînim heyîrî!



01.05.2017 23:03 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» serokê şantiyê

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî