Ferhenga înteraktîf
li bajarên tirka gûhdar kirina stranên kurdî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-li bajarên tirka gûhdar kirina stranên kurdî

1. rewşeke nizam çakî ye.

mesela di otobusên şeredarîyê de waxta ku ez şakiro, delîl dîlanar an jî stranên şoreşê falan gûhdar dikim ew tehma gûhdar kirina rêwîtîyên memleket nade.

ez nikarim tam bikevime wê modê. (hine cara hiş diçe û ez kesên devdorê xwe qet nabînim bile) lê dîsa jÎ nagîhîje wê tehmê.



min navbera agirî-wanê da zehv rêwîtî kirîye.

wan rêwîtîyan de, ji xwe teyîba wesayîtê de stranên kurdî lê dixe. piranî jî dengbêjî dibêjin.

lê li vira muzîkên pop a tirkî vedikin..

xêncî vê bûyerê; waxta ku min rêwîtîyên navbera bajarê serhedê da dikir, bi hevalîya dengbêjîyan re zevîyên zerbûyî û gîhayên dirûtîyên lod kirî ji min re hevaltî dikirin. û behra wanê..



(bnr: axx ka behra wanê) li vira gola sapancayê heye şûna şêra kundê kor e

di rojavaya tirkîyayê de jî rêwîtîyên navbera bajaran de daristan û hîşînayî pir e. erê hîşînayî û daristan zehf xweş in lê bi hevaltîya wan re guhdar kirina dengbêjî stranên kurdî dîsa jî kêf û coşa zevîyên zer ên memleket nade.



bi tenê rêwîtîyan de na, waxta bi hevaltîya stranên me re li pencereya odeya xwe da derva temaşe dikim, ew kêmasîya dîsa xwe dûbare dike.



waxta ku nav sûkê da dimeşim guhê min de berguhk, mirovên ne esmer, yên çûr mur ên ku peyva hacı, hafız, reis devê wan dernakeve li ber min re derbas dibin ez qehr dibim *



ez dixazim esreke giran de li hemberê kelaya mêrdînê têr bi têr delîl û şakiro gûhdar bikim.



16.05.2016 22:33 | bûtîmar

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» bajarên rojavayê kurdistanê
» tirkan şoray
» stranên dema ku tirşikvan ditirşikînin guhdar dikin
» kurdî ra xas vateyan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî