Ferhenga înteraktîf
parêzbendî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-parêzbendî

1. ingilîzî: parliamentary immunity

erebî: teşrî'î masûniyet

tirkî: dokunulmazlık, parlamenter dokunulmazlık

kurdî: parêzbendî, parêzbendîya parlementeran, destnedayîn.



mafekê ji bo parlementer di karên xwe yên parlementoyê de bikaribin azadtir, bêtirs bixebitin hatiye qebûlkirin e. ango heta ku ev parêzbendî hebe her parlementer ji ber karên xwe yên nav parlementoyê; dengdayîn, axaftin û nivîsên di parlementoyê de, nikare bê darizandin. heta ji ber kirin û karên xwe yên derveyî karên parlementoyê jî heta ku parlementer e nikare bê darizandin, ew doza ku di derheqê wî/wê de bê vekirin dimîne heta dema parlementeriyê biqede, disekine, dûvre doz dewam dike.



di roja me de ev parêzbendî bêhtir ji bo ku hîle, nerêtî, berjewendiyên takekesî, ihaleyên qaçax, tê bikaranîn.



ev parêzbendî heta kengî didome: ji bo karên têkildarî karên parlementoyê heta hetayê, ango ji bo dengdayîneke parlementerî heta hetayê kes nikare dozê lê veke; lê ji bo karên derveyî karên parlementoyê dema parêzbendî rabe êdî dikare doz bê vekirin, ev jî bi du rêyan pêkan e, ya ewil ki ya normal ev e heta qewlê parlementerîyê biqede, ya duyem jî ku ev di rewşên anormal de çêdibe bi rêya dengdayînê ji aliyê parlementoyê ve rakirina parêzbendîyê ye. ango parlemento kom dibe, raporên di derbarê kesên sûcên mezin kirî an jî li dijî dewletê rabûyî de tên pêşkêşkirin û ev tê dengdanê, heke parlemento erê bike parêzbendî radibe û êdî doz lê vedibe.





(bnr: têgehên hiqûqê)



20.05.2016 11:45 | xendekî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» parêzbendî

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî