1. ne bi qas mirovan be û mîna întîharan mirovan be jî; heye. |
|
19.06.2016 11:03 |
simurg56
![]() |
2. di xwekujiya heywanan de, miyên depresîf yên kurdistanê pêşî ji hemû heywanan standine.. demekî li westana navçeya wanê, 1400 mihan xwe ji kej û xiraman wer kiribû û telifîbûn.. di gelek medyayên popûler yên cîhanî de nûçeya vê bûyerê derketibû.. |
|
19.06.2016 13:15 |
endazer
![]() |
3. ne întihare Lê em dikarin bibêjin jibû bijin ti çalakî nakin, hetanî bixwe rih didin.. hinek têjikê heywanan dema diya wan an bavê wan dimre ewjî li ber serê wan dimînin û ji neçarî dimrin.. hinek ajal jî êdî taqet di wande namîne dimrin.. Herwiha ne întihare meriv sedema wî nizane çima bêlebatiyê dikin |
|
20.06.2016 01:12 |
shorbevan
![]() |
4. li gorî gotara bbcê yê, tiştek tune ye. li gorî lêkolîna mijara gotarê, hinek heywan tevgerên ku dibin sedema mirina wan, dikin lê sedema van kirinên wan, an xerabûna fîzylojiya wan e an enfeksiyonek e, an jî psîkolojiya kerîyê ye fîlan. yanî bi kurtî dibêje ku ji xeynî mirovan tu canberek din "bi fêmkirina hebûna xwe û bi zanîn, jiyana xwe bi dawî nake" |
|
10.10.2016 21:12 ~21:12 |
simurg56
![]() |
![]() |
teîzm û dînên heyî [1] |
![]() |
hînbûna îngilîziyê [2] |
![]() |
mehmûd berazî [1] |
![]() |
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
![]() |
ercan bingöl [1] |