Ferhenga înteraktîf
antidepresan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-antidepresan

1. komeke dermanan e ku ji bo major depresyon û hin nexweşiyên weke disrîtmî, anksiyete, xerabiyên xwarinê, êşa nöropatîk, xerabiya stresê ya postravmatîk tên bikar anîn. bi taybetî li welatên pêşketî hingî sala paştir zêdetir tên bikar anîn. di vê koma dermanan de weke dermanên ssri, snri, tca, maoi, teca gelek cure derman hene.

piştî hewldana darbeyê li tirkiyê bi bawerim pêwîstiya wê zêdetir buye.



17.07.2016 18:15 | azadixwaz

2. ew derman in ku ji ber emelkirina wan meşkê mirovî çêdibe, anku mirov di zikê xwe de kîloyê zêde dike û şiklen bêsihet dibe. (temamen ji çavdêriyan dibêjim :-))



18.07.2016 03:42 | gordereş

3. Xêra Xwedê ye, dermanê depresyonê ye. çi êş û çi keser hebe ji bo demek kurt be jî li ser mirov diavêje.



28.07.2021 00:12 | pênûsa westiyayî

4. Dermanên ku dike hûn bi êşa dilê xwe nehesin. Û dûrî daqûrtina wan kêfxweşîyek bênamûsî, kenek bêwate levê we dizeliqe. Meriv pê gêjomêjo dibe ku li dor we çi qewime nabi xema we! Wek ku hûn di hûndirê xewnê de ne û mirovên li dor we diaxivin xiyalî ne.



28.07.2021 15:27 | pîroz

5. fêda antîdepresanên çêkirî tenê di destpêkê de heye dûra hêdî hêdî bi kêrî tiştekî nayen û bi derbasbûna demê re têsîrên neyinî derdikevin holê. bi ya min giyayên xwezayî weke tehlî (kantaron) û giyabenîşt bêhyir bi bandor û bê zirar in.



28.07.2021 17:53 | hueyn

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» antidepresan

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî