Ferhenga înteraktîf
piştî xatir xwastinê dîsa dîtina heman kesan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-piştî xatir xwastinê dîsa dîtina heman kesan

1. ez yekcarna dikevim vê rewşa ecêb û nizanim çawa tevbigerim.yanê tu ji wan kesan xatir dixwazî, ji dê bavê wan re silavan dibêjî, hevdû maçî dikin û ji hev diqetin.herkes diçe riya xwe lê 10-15 deqîqe dûre bi aweyekî hûn dîsa rastê hevdû tên.ka ez çawa tevgerim li hember vê rewşa qicix de? divê sosyolog ji vê re çareyek bibînin.



28.07.2016 19:25 | bayesar

2. bi serê xwe silavekî lê bide û jê bibihure.



28.07.2016 19:54 | endazer

3. bi du awayan dikare were îdarekirin;

1- weke ku te nedîtîbe, tev gerîn.

2- bi serê xwe silavek dayîn an jî bi bişirînek dana îşaretek.



ger hûn yek ji van nekin û jê re bêjin "aa! tu jî diçî fîlan derê?" fîlan. wê ev suhbet tenê 20 saniye dom bike û heta cihê veqetînê, hûn ê li kêleka hev û bêdeng bimeşin. hûn ê her du jî di dilê xwe de bibêjin "yaw ev ê kengê ji min veqete..."



28.07.2016 22:45 | simurg56

4. rewşa ku mirovan dixe nav tengasiyekê ecêb. bişirînekê mecbûrî û hilmekê nexweş dibin hevalên vê hevdîtina nayê xwestin. heke di heman otobûsê de bin û her du jî bêdengiyê çêtir bibînin, aha wê demê mewdeya wê ecebiyê zêdetir dibe û xelas nabe.



18.02.2022 19:44 | biruya hayao miyazaki

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» piştî baranê bêhna axê
» xatirxwestin
» dîsa tirşik dîsa panel û dîsa ez û gumgumok
» dîtina bi çavên serê xwe
» hemanjîyom

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî