Ferhenga înteraktîf
sefqan orkêş
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-sefqan orkêş

1. stranbêjeke ji rojavayê kurdistanê ye belkî ji kobaniyê be, min dengê wî di bernameyeka arta fm de seh kir cara ewil. hemû stranan xweş dibêje, lê strana ay delal heta ji mihemed arifê cizîrî jî xweştir dibêje. yek ji wan stranbêjan e ku stranên xwe ji dil dibêje û dema distire bişirîneke şirîn li ser dev û lêhvan konê xwe vedide.



30.07.2016 16:18 ~16:21 | endazer

2. Sefqan Orkêş ji nêz ve wî nas dikim, Hunermend û awazsaz e, di sala 1976an de li Amûdê ji dayik bûye. Wî li Zanîngeha Helebê beşê dîrokê xwendiye, niha jî weke alîkarê Serkar di ARTA FM li Aûmdê kar dike. Wî û birayê xwe Şeyda û çend hevalên wan komeke bi navê koma Orkêş ava kirine û yekm kaset ji 8 stranan li bajarê Helebê li Stûdyoya Şîyar Agirî tomar kirine, vê dawîyê di rêya Arta Fm re di sosyalmedya de gelekî çalak e.
Stranbêjn Rojavayê Kurdaistanê yên biçûk û mezin tev anîne ARTA’yê û stran û vîdeo ji wan re zindî bi awakî profesyonel kişandiye!



07.05.2020 21:29 | mesûd hemo

3. Divê ev mijar wek " Mamoste Sefqan Orkêş" hatiba diristkirin ji ber ko hunermendek pir serkeftî û xwedî dengek xweşe. Sala 1976 de li Amûdê ji dayik bûye ji ber vê yekê gava ko hûn li wî gûhdarbin ê hawarên xortên ko li "Cinema Amûdê" hatin şewitandin bibihîsin. Wekî dîn xwedî dengek pir zelal û xweşe. Gava ko hûn sitranên wî gûhdarbin ê zivistana we bibe havîn. Heta niha 2 albumên wî hatîye weşandin:
1-Hêvî jiyane (2018)
2-Par min gûlê dî (2020)



30.08.2020 19:36 | pîroz

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» sefqan orkêş
» orkêş

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî