Ferhenga înteraktîf
xwarin vs vexwarin
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-xwarin vs vexwarin

1. Li êlihê , amedê û mêrdînê bi piranî him xwarinan him jî vexwarinan bi tenê wek xwarin tên gotin. Lê gorî min bikaranîna wisa şaş e. Em li êlihê di nav malbatên xwe û derdora naskirî de ji bo xwarin û vexwarinan dibêjin xwarin belam dizanin ku peyvê vexwarin jî heye û ya rast ev e û em demên kesên nenaskirî re yan jî di nav civatê de dipeyivin wek vexwarin bikartînin.



Lê belê hevalek min ê amedî qet qebûl nekir ku ev bikaranîn deverî ye.hevalê min din ê hezexî jî got ku av xwarin û çay xwarin pir ecêb tê li me. Qey hîç av tê xwarin? Av ancax dibe vexwarin.



ez ji alîgirê hevalê min ê hezexî me.dîsan jî ev mijar di serî min de hê ne zelal e.ango derbarê rêziman de kêmagahîyê min zehf e ji ber vê yekê nikarim pak biryar bidim.divê hîn lê dinêrim.



26.08.2016 02:32 ~02:40 | rûbar

2. (bnr: xwarin)

(bnr vexwarin)



x(w)orin vs vex(w)orin jî tê gotin, di kurdiya qaşo akademîkde ji xwarinên wekî avêre vexwarin tê gotin ji yên dinre jî xwarin..

ev peyv belî bibe alîkar xur mînak

xurê wî maste, araq xur.. ya rastî dibe xwarin be çewa? jiber meriv lê bnre peyva xwarinê ji kur tê ji tiştê meriv di devê xwe da diavêje xwarê tabî ev hemû tiştin av, nan, jehr, quzilqurt...



26.08.2016 23:31 | shorbevan

3. dermanê bêhntengiyê ye. carina mirov birçî ye lê ji ber şert û mercinan bi zikê xwe yê birçî nahese, an tiştekî ber dilê wî girtiye, dilê wî naçe û nabije tiştekî, ew jî dibêje qey ne birçî ye. ew birçîbûna nepenî dibe sebeb ji bo gelek acizî û bêhntengî û diltengî û qiriktehliyan.



27.08.2016 00:19 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwarin şikandin
» vexwarina çayê vs xwarina çayê

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin zimanpeyv ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî