Ferhenga înteraktîf
26.08.2016 erdheja li îtalyayê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-26.08.2016 erdheja li îtalyayê

1. erdheja ku vê sibehê seet 03.38'ê 100 kîlometr nêzî paytexta îtalyayê romayê pêk hatiye. pileya erdhejê 6.2 ye.



erdhej li gund û bajarokên di sêriyana herêmên umbria, lazio û le marche de pêk hatiye.



li gor daxuyaniya rayedarên îtalî heta niha 247 kes mirine, 190 kes ji bajarê rietiyê, 57 jî ji bajarê ascoli piceno ne. şaredarê amatriceê sergio perozzi dibêje ji sêyê bajêr tenê parçeyek ji bajêr maye û avahiyek tenê jî saxlem nemaye.



edit: hejmara miriyan ji 280yê derbas bû, ihtîmalek mezin wê hê jî zêdetir be.



26.08.2016 14:23 ~2016.08.27 09:49 | xendekî

2. Erdheja li herêmeke dîrokî ya îtalyayê pêk hatî û buyî sedema serûbin buna hin gundên dîrokî. Serê wan sax be, hê jî hewldanên xilas kirina mirovan didome û dibe ku hejmara miriyan jî Zêde bibe.



26.08.2016 22:35 | azadixwaz

3. xwedê rastî bela xwe were belî, nizanim çi ji van rebena xwest...



26.08.2016 22:44 | shorbevan

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» 26.08.2016 erdheja li îtalyayê
» erdheja tirşikê ya yekemin

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî