1. yek ji xweştirîn strana seîd yusiv e, bi navê bes e jî tê zanîn. xanimek bi navê jiyan jî gelek xweş dibêje. ligel newaya stranê gotinên stranê jî gelek xweş û şirîn in, mixabin mûzîka kurdî ya bakur ji aliyê gotinan ve stewr û kêmber e. xwezî bi stranên wiha. min li ser youtubeê, versiyona ji dengê jiyanê nedît. belkî pişt re ya li cem xwe bavêjim ser radyoya tirşikê. Min dilek girt û min dilek berda Dilê min bûye kanya kul û derda Te soz dida min te ez xapandim Te ez xapandim nizam bû cara çenda Bû cara çenda Bes e… Bes e… Bese keçê dev ji min berde Bes e… Bes e… Bese heyran dev ji min berde Te xwe dixapînî lêlê min ji rê dibî Bo te ez ranazim gulam heyanî sibê Ez ne poşman im lê bi soz û peyman im Lê tu nizanî wê çi bi serê te bê Bes e… Bes e… Bese keçê dev ji min berde Bes e… Bes e… Bese heyran dev ji min berde Te soz her didan bi sond û peyman Axir ji destê te lê sed carî eman Te digo îro, sibe, yan serê salê Alem zewicîn tenê ez û tu man Tenê ez û tu man Bes e… Bes e… Bese keçe dev ji min berde Bes e… Bes e… Bese heyran dev ji min berde |
|
29.09.2016 00:46 |
endazer
|
hînbûna îngilîziyê [2] |
|
mehmûd berazî [1] |
|
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
|
ercan bingöl [1] |
|
hînbûna îngilîziyê [1] |