Ferhenga înteraktîf
kêmbûna peyamên tirşikê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-kêmbûna peyamên tirşikê

2. yek ji wan şertê welat e. ev 3 roj in ez hatime welat lê min wextek fire nedîtiye têkevim tirşikê.



divê li kurdistanê salonên tirşikê vebin *



03.11.2015 17:06 | berxweda

3. ji ber xemsariya me ye. lê ev rewş bigûhere, xebatên min didomin ..



03.11.2015 18:08 | brusk56

4. (bnr: xelatên xwe birin û çûn)

kêmbûna sedema wî dema ez endazer nabînim kes tune ez bela xwe li wan bixim. ya dudîya pir wext tune ya sisîya kêf tune ya çara dema tirşik valabe meriv bêdilê xwe tê dinivîsîne wekî ku pêşîyên me gotine xêrê bêdilê xwe rabe bira di xweyê xwe dabe ez werim tirşikê qeşmerîya nekim têra xwe reşşik nebim ka hatina min bû çi?.



03.11.2015 18:49 | shorbevan

6. Mijara ku ez jî, wek nivîskarek nû ku li ber pirbûna peyamên kevn û li ber kêmbûna peyamên nû heyirî bûye, sedema wê meraq dikim.



05.10.2018 20:18 | xelîl

7. piranî girêdayî rewşa kambax ya gelê kurd e. lê tabî sedem tenê ne ev e. nivîskarên kevin êdî tiştek nabînin ku binivîsin. gûftûgoyên sîyasî pir geş bûn, lê êdî herkes fikra hev û din dizane û pêdivî pê nabîne ku bikeve heman gengeşiyên bêdawî. û jixwe êdî ew lûksa kurdan ku zêde rexneyê li hev bikin. lewra halê her yekî ji yê din xerabtir e.

welhasil, ger kampanyayek were lidarxistin û nivîskarên çalak di heman çend rojan de vegerin, heye ku dîsa platformek înteraktîf ava bibe.



05.10.2018 23:15 | simurg56

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» kêmbûna smsên nimêja înê
» peyamên navbera saet 11 û 12ê şevê de
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik calaki
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî