Ferhenga înteraktîf
berfedims
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-berfedims

1. Xwarineke ku ji berf û dimsê tê amadekirin.

Ez ji we re bêjim bê ka çawa tê çêkirin ;ji bo ku berfa pêșî qirêjiya hewayê dihewîne ne ji berfa yekemîn, ji yên peyre hinek berf lev bide hev û bike sênikikê de û peyre dimsnê jî berde ser. Va xilas û noşîcan be. *



30.11.2016 16:10 ~18:44 | gumgumok

2. (bnr: berfdimsk) xwarina wêneyê wê li ser netê zêde bûye *
xwarina wê îsal jî zû bi zû nebe nisîbê min. ji ber li qoserê pirr kêm berf dibare, çêkirin jî zehmet e. ji bo wê mere divê here ji cîhekî din berfê bîne û çêke.



06.12.2016 14:14 | berxweda

3. befr û dims tevlîhev



06.12.2016 15:45 | xwedêda

5. Xwarinoka (ez wê wek xwarin nahesibînim) ji ber barîna berfê van rojana zêde tê çêkirin û tê parve kirin.

Min di temenê xwe de carekê xwariye ew jî pir zû de ye. Ewqasî zû de ye nayê bîra min kengî bû. Lê min neecibandibû loma dilê min qet nabijiyê. Ne şaş bim pir şêrîn hatibû loma dilê min jê sar bibû.



22.01.2022 00:11 | xabûrî

6. Xwarina ku mamoste eser Çetîn dibêje, divê mero bi berfa ku mero ji paqijiya wê ewle be tevlî dims bike û bixwe.



22.01.2022 19:47 | pîroz

7. Rîtûela ku bi kêmbûna barana berfê îsal li gelek cihan dest pê nekiribû, lê ev çend rojê dawî li gelek cihan berf dest pê kiriye û îro li Nisêbîna çolî jî berf barî, ê dikarim ez jî bicerîbînim*



04.02.2023 17:44 | merwano

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» berfedims

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin zimanpeyv xwarinvexwarin zimanpeyv xwarinvexwarin zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî