Ferhenga înteraktîf
arîşeyîya dê kîjan nivîskarê kurd j.r.r tolkien î wergerîne kurdî

Navê mijarê ya ewil ev bû:arîşeyîya de kî j.r.r. tolkien wergerîne kurdî
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-arîşeyîya dê kîjan nivîskarê kurd j.r.r tolkien î wergerîne kurdî

1. mebesta min ji j.r.r tolkien hemû kitabên wî yên di derbarê cihana navîn/dinyaya navîn de ye weke silmarillion, mindalên hurin î, derbarê gustîlên hêzê, hobbit, sêbare ya mîrê gustîlkan- hevaltiya gusîlkê, du barû , vegera kralî-. bi boçûna min divê ev pirtûkana ciwanmerd kulek an kawa nemir wergerîne ez dengliwan dikim camêrno ev karê pîroz li stûyê we ye tika dikim me jê nehêlin .



28.12.2016 17:57 | şikber

2. di van rojan de ez xwe amade dikim ku êdî dest bi xwendina tolkien bikim. di dibistana navîn de min xwe avêtibû nav the lord of kings û tiştekî di hişê min de nemaye. her wiha niha birîna min ew e ku ez ê nikaribim pirtûkên tolkien bi kurdî bixwînim. wele dilê min diêşe.

em hêdîka be jî di tirşikê de dest bi danasîna tolkien û berhemên wê bikin dê gelek baş bibe. va destpêk:
john ronald reuel tolkien an jî (bnr: j. r. r. tolkien)
(bnr: hobbit)



06.03.2018 21:51 ~2020.05.03 11:13 | biruya hayao miyazaki

3. heger mebesta we kurmancî be bawer nakim zû bi zû bikarin, bixwînin. lê heger mebesta we tevî zaravayên xwe ve kurdî be jixwe ev du sal in çapa soraniya hobbitê heye.

berzan osman wergerandiye û weşanên endêşe jî di sala 2017an de çap kiriye. Here lînkê

danasîn: “hobît çîrokî kollinedan û pêdagiriyekî bêamane bo serxistinî rewa beser narewa herweha serkewtinî heqe beser naheqda.”



15.09.2019 14:01 ~2022.07.09 18:07 | tizbîkêş

4. Arîşeya ku bi çapa kurdîya başur çareser bûye lê xwezî hema latînîya wê heba û me bi lez û bez û kêfeka nedîtî destpêkira.



16.09.2019 04:41 | şikber

5. samî hêzil diyar kir, ew hobbitê wergerandiye kurmancî û weşanên cervantesê ku girêdayî weşanên lîsê ye, di demên pêş de wê kitêbê çap bike. Here lînkê

"xeber hat ji diyarbekir"*



09.07.2022 18:21 | tizbîkêş

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» arîşeyîya dê kîjan nivîskarê kurd j.r.r tolkien î wergerîne kurdî
» dê û bavên kurd
» nivîskarê jêbirî
» kurdî wenda dibe gelo ?
» tolkien
» kurdî xwarig

Kategoriyên mijarê:: weje weje weje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî