1. Feqîrekî xwidê, ji batmanê ye. Nexweșiyeke psîkiyatrîk pê re heye. Dînê batmanê jî tê gotin. Piștî vîdeoyên medyaya civakî pir navdar bû. Bi Kurmanciyeke fesîh û șêrin stranan û meseleyan dibêje. Wisa hingî zarșêrîn e, mirov nikare dev ji guhdariya wî berdê. Dilpaqij û bêguneh e. Ji șitexaliya wî diyar dibe ku kurdiya wî ji kurdiya gelek mamosteyên kurdî, nivîskarên kurdî û helbet ji kurdiya aqaqademîk sed carî xweștir û çêtir û paqijtir e. Cevhera dengbêjekî pê re hebû. Erê, hebû. Mixabin emrê xwidê kiriye û çûye rahmetê. Rehma xwidê lê bê. Heke win kurdiyeke original bixwazin divê win li vî ciwanî bihisênin. vîdyoyê veke |
|
06.03.2017 02:36 |
gumgumok
![]() |
2. Heke rast be rehma xwedê lê bê. Malbata wî malbateke çiqas baş e, xuya dike. Dê û bavê wî baş nebûbana ev jî tiştên nebaş re mijul bûbana. Malbata wî hetanî ku destê wan hatiye wekî mamosteyan wî hevotine, hîn kirine û terbiye kirine. Kurmanciya wî jî eynî gelê batmaniyan zelal e. Lê li batmanê jî êdî kurdî paşve diçe, êdî nikare, dikeve ber lehiyê ew jî. |
|
06.03.2017 12:43 |
rûbar
![]() |
![]() |
teîzm û dînên heyî [1] |
![]() |
hînbûna îngilîziyê [2] |
![]() |
mehmûd berazî [1] |
![]() |
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
![]() |
ercan bingöl [1] |