Ferhenga înteraktîf
xeyb
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-xeyb

1. pirtûka nû ya şener özmen e. ji Weşanên Lîsê Derket
“Ev qeraxa ku em raserî wê ne, li devereke welatê te yê azad e, ev der xût cinet e, qûm qûma welatê te ye, mirovên li qeraxê, giştik Kurd in, wekî ku ji te ve jî xuya ye, bêziman in, piştî ku zimanê wan ê dewlemend yekcaran ji holê rabû, ev qezîya reş bi serê wan de hat. Ji zû de ye ku bi saya serê qaqlîbazan pêwendîyê li gel hev datînin, loma bi kom û kulfet tên qeraxa vî şetî, ji kewa sibehê heta hingora êvarê li vir in, ev jî tişteke nû ye bo me Andromedayîyan...” Di Xeybê de, Şener Ozmen bi hostatîyeke deradetî me ber bi bîra xwe/me ya xwenereşkdîtî ve kaş û berkaş dike û derûna xwe/me ya binçalkirî radestî qelemşorîya xwe ya xwerûbiwêjî û xûtbehiştî dike.
Vegotina romanê ya di deryaçeya kurmancîya reş de hatiye noqkirin, hizirên merivanîya me ya paşperdekirî bi Rê û Zê dike û bi gilîgotinên û qisekirineke jîyanî ya serincrakêş li ber dilê me dide û kat dike.
Xeyb romaneke weha ye ku ji refê rêzenivîsên asêmayî û xwedubarekirî yên Kurmancîyê veqetîyaye û hewl daye romannivîsîya me ji me rizgar bike.
Xeyb bi hûnandina xwe ya çapik û çeleng nivîseke nû û ter e ku hêjayî liserrawestaneke hûrxwîn e. Êdî li şaneşîna hizirpakî û kûrlênêrîna xwînerên Kurmancîya Reş vêsa xwe digire.



11.04.2017 16:06 | xwelî li ser

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» xeyb

Kategoriyên mijarê:: weje pirtuk weje pirtuk weje pirtuk kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî