Ferhenga înteraktîf
regular expression
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-regular expression

1. di komputergeriyê de rêbazek gelek kêrhatî ye ji bo ku mirov ji nav daneyekê qerebalix, yên ku ji xwe re lazim in derxîne.
bi kurtî regex tê gotin.
hema bêje di hemû zimanên kodkirinê de piştgirî jê re heye. ger em mînak bidin, wê gelek hêsantir were fêhmkirin.
weke mînak di destê min de belgeyeke wordê heye. li jêra hemû rûpelan jî wisa dinivîse "bi piştgiriya tirsik.net / rûpel 2" û di her rûpelê de ev hejmara li dawiyê diguhere tabî.
bi saya regexê, mirov dikare bi tikandinekê li binê hemû rûpelan, van rêzikan jê bibe an jî li gora keyfa xwe biguherîne.
ji bo vê yekê mirov di regex de vê fermanê dide; "di nav vê pelê de, hemû rêzikên ku bi nivîsa bi piştgiriya tirsik.net / rûpel destpê dike û dûre hejmarek heye, jê bibe". di zimanê de regexê de ev ferman wisa dikare were dayîn; ^bi piştgiriya tirsik.net / rûpel [1-9].*$
di vê fermanê de wateya ^, destpêka rêzikê ye, wateya [1-9], "hemû hejmar" in, wateya . û * ew e ku ji bo me dûmahîka rêzikê ne pêwist e û wateya $ jî xelasbûna rêzikê ye.
bi vî awayî, di zimanê regexê de gelek sembol hene, bi saya van sembolan mirov dikare fermanên gelek komplîke jî bide û mûcîzeyan pêk bîne.
ger regex tune bûya, ez niha ne li vir bûm ji ber ku karê ku min di nv saetên dawîn de kirin, wê bi qasê 2-3 rojan dewam bikira *



19.04.2017 22:05 | simurg56

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» regular expression

Kategoriyên mijarê:: komputer komputer komputer
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî