Ferhenga înteraktîf
travelmate
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-travelmate

1. navê valêzek ultrateknolojîk e. ji aliyê travelmate robotics ve hatiye çêkirin.
Here lînkê
taybetiya vê valêzê ew ku dikare jixweber bilive û xwediyê xwe bişopîne. lembeyên wê, portên usbyê û piştgiriya gpsê jî pê re heye. her wiha dikare li merdîwanên otomatîk jî siwar bibe.

camêrno hemû derfet û qabîlîyet bi wan re heye lê mixabin nikarin fikrên nû bibînin. ev çi ye heyran..



31.05.2017 22:20 | simurg56

2. bawerim ji aliyê şebekeyeka diziyê ve hatiye dahênan. ;) tişteke xweş û estetîk xuya dike lê bawer nakim bi qasê ku di lansmanê de tê behskirin bikêrhatî be. erê li ser zemÎnên riprûrast yên balafirgehan xweş diçin lê li ser rêyên çal û bikortal yên li bajarên kurdistanê bawer nakim.
ji xwe mebest jî ne bikêrhatin e, di reklamê de dixwazin bêjin eger hûn 299 dolaran bidin û ji vî çenteyî bikirrin wê wekê di reklamê de forsa we çêbe, şûr simbêlê we nabirre û hûn çi qas nexweşik û nelevhatî bin jî wê keçik li dû we û çenteyên we bikevin!
û di reklamê de ji çente zêdetir pêlava nike ya zilêm xwuya dike.



01.06.2017 20:50 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» travelmate

Kategoriyên mijarê:: ekonomi ekonomi ekonomi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî