Ferhenga înteraktîf
mevan ji mevanan hez nake malî herdu jî hez nake
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-mevan ji mevanan hez nake malî herdu jî hez nake

1. Cara ewil Duh êvarê min ji devê hevalekê min seh kir. Hevalê min ji riha ye. Gotinên pêşiyan e nizanim.

Em bi hev re çûbûn ba hevalekî me yê din, me got em hersê herin cihekî şîv bixwin. Ev jî go hûn herdu werine malê jixwe mêvanê me jî hene mêvan û hûn em tevahî nan bixwin. Hevalê min ê Rihayî vê sozê xwe yê dîrokî got: "Mêvan ji mêvanan hez nakin malî herdu jî hez nakin"

Yanî meriv cihekî mêvan lê hene here li wir mêvanên dî jê aciz dibin, him jî malî boyî mêvanên surprîz tevlî sifre bûne ji tevahiyan aciz dibin.



15.06.2017 19:13 | mîr

2. di farsî de jî ev gotin heye



15.06.2017 19:23 | mindal

3. Ev ne gotineke pêşiyan e, biwêj e û rast e heye biwêjeke wilo



15.06.2017 19:35 | ferhenga şikestî

4. (bnr: mêvan ji mêvana nexweş e, xwediyê malê ji herdu rexa nexweş e.)

Bi lêv kirina rast ev e ez bawer im. Biwêj bi lêv kirina wilo wek vegotinê hêj watekûr û bixeml û xazeyî dibe. Û ev bi lêv kirin ji bergehê dengsaziyê ve hêj xweş e. Weke sernivîsê qey ne bi kurdî ye tê min. Weke wergerandina nebaş hat min.

Rewşa ku gava du mêvanên cuda di heman demê de li malekî dibê mêvan derdikeve holê ye. Jixwe ji biwêjê aşkere ye rewşeke nexweş e.



18.06.2017 20:18 ~2017.06.19 00:45 | rûbar


6. (bnr: mêvan ji mêvan nexweş e xwediyê malê ji her duyan nexweş e)

Ev jî guhertoyeke din ya vê biwêjê ye. Vega rastî ferhengekî de hatim.



19.06.2017 00:44 | rûbar

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» mevan ji mevanan hez nake malî herdu jî hez nake
» hezkiriya/yê berê
» nakeve serî
» malîn
» jîrahiya çêkirî
» hezkirin
» nakeve hişa

Kategoriyên mijarê:: zimangotinepesiyan zimangotinepesiyan zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî